Gava pincar kom kir ji zinar ket û jiyana xwe ji dest da 2018-04-30 12:04:35   COLEMÊRG - Li Geverê, jina 50 salî Hediye Emre, gava pincar kom dikir ji zinar ket û jiyana xwe ji dest da.    Li goma Armutlu ya gundê Wargenima ya navçeya Gevera Colemêrgê, roja 29’ê Nîsanê serê sibê jina 50 salî Hediye Emre, gava çû pincar kom bike ji zinar ket û jiyana xwe ji dest da.  Emre ya li cihê bûyê jiyan xwe ji dest da, cenazeyê wê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Cenazeyê Emre piştî otopsiyê ji nexweşxanê hat girtin û li bajaroka Xirvate hat definkirin.