Kurkçu ji kedkar û karkeran xwest di rêveberiyê de cih bigirin 2018-04-30 09:56:40   ÎZMÎR – Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu, di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê hezîranê de beşdarî civînên gel bû. Kurkçu bang li kedkar û karkeran kir û xwest di nava rêveberiyê de cih bigirin.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îzmîrê Ertugrul Kurkçu, li taxa Gultepe ya navçeya Çîglîyê, di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê hezîranê de beşdarî civînên gel bû. Kurkçu bang li kedkar û karkeran kir û xwest di nava rêveberiyê de cih bigirin. Civîn li ser baniyê welatiyekî pêk hat. Kurkçu, der barê 1'ê Gulanê Roja Cejna Karkeran de axivî û li fikr û pêşniyarên karkeran guhdar kir. Kurkçu, diyar kir ku ew armanc dikin ku gelan û karkeran tev li tekoşîna rêveberiya demokratîk bikin û bang li karker û kedkaran kir ku tev li pêvajoya xwerêveberiyê bibin.    'TEV LI RÊVEBERIYA TIRKIYE BIBIN'   Kurkçu, wekî ku rexnedayîn bide nêzîk bû û got: “Me perspektifa Birêz Ocalan ku gel û kedkaran têxe nava xebatên rêveberiyê pêk neaî. Dewletê li Kurdistanê bi awayekî dijwar mudaxaleyî têkoşîna azadiya gel kir.  Ji ber vê yekê perspektifên ku em bidin gel di bin siyê de man. Ji ber vê yekê em bang li karker û kedkaran dikin ku raste rast tev li rêveberiya Tirkiye bibin. Ji bo em bala karker û kedkaran bikişînin ser partiya me, divê em guh bidin bang û daxwazên wan. Têkoşîna azadiyê têkoşîna azadiya kurdan bi xwe ye. Li Tirkiye hêza karker û kedkarên bê wesîfe ji sedî 90 karkerên kurd in. Têkoşina ji bo keda xwe û têkoşîna ji bo azadiya xwe heman tişt e."