Hekimê tevî 90'ê esrar hat girtin çima hat Amedê? 2018-04-30 09:12:06 AMED - Endamê heyeta Dadgeha Cezayên Giran a Xinisê Hekîm Halîl Soguksu û hevalên xwe li Amedê tevî 90 kilo esrar hat girtin, tenê rastî 11 sal û 8 meh ceza hatin. Hat diyar kirin ku Hekîm Soguksu ji bo sewqîyata tiryakê hatiye Amedê.  Sala par di 24'ê Çileya 2017'an de endamê heyeta Dadgeha Cezayên Giran a Xinisê Hekîm Halîl Soguksu û hevalên xwe li Amedê tevî 90 kilo esrar hat girtin. Piştî esrar li ser Soguksu û hevalên wî Fuat Akkuş, Halit Çetin û Rauf Kurt hatin girtin, der barê wan de doz vebû û biryar hat girtin. Hekîm Halîl Soguksu û xwediyê tiryake Raûf Kurt li ser Rêya Navbera Amed û Ruhayê hatin girtin. Di çenteyê hekîm de kartên sim (tlf) yên li ser navê kesên din qeydkirî, 2,5 gram tiryak û 14 bin 100 TL hatin girtin. Hakîm Çetin û Kurt, ku di 25'ê Çile de tiryak li ser wan hat girtin, ji tiryakê hatin girtin.    Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Hekîm ê ji aliyê HSK'ê ve hat îxrackirin û 3 kesên din heta 22.5 salan cezayê hepsê doz vekir. Piştî dozger îdîaname amade kir ji aliyê 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hat qebûl kirin dadgehê biryar da. Heyeta dadgehê der barê Hekîm Halil Soguksu, û şirîkê wî Rauf Kurt ji bo her kesekî 11 sal û 8 meh cezayê girtîgehê birî. Dîsa ji bo her kesekî 250 tl pere ceza birî. Heyeta dadgehê der barê Soguksu û Kurt de piştî ceza birî biryar da ku girtî bimînin. Heyetê der barê Fuat Akkuş ku bazirganiya tiryakê dike jî biryara beratê da. Der barê bersûc Halit Çetin de jî bi sedema tiryak li ser wî hatiye girtin Salek û 8 meh ceza birî.    Bersûcên rastî ceza hatign dê li Dadgeha Edlî ya Herêmê ya Dîlokê îtîraz bikin.      MA / Denîz Tekin