ROJEVA 30'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-30 09:00:03 * Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ali Aslan, armanca Hilbijartina Zordest a di 24'e Hezîranê de pêk bê û polîtîkayên AKP'ê yên li dijî hilbijartinê nirxand. Aslan, anî ziman ku îktîdara AKP'ê dixwaze bi vê hilbijartinê ser krîza aborî veşêre û rê li pêş meclîsa pir dengî û pir rengi bigire.  * Seracettîn Tunç ji ber ku endamê sendîkayê bû, 10 roj berî 1’ê Gulanê ji kar hat avêtin, çalakiya xwe ya rûniştinê ya li ber fabriqeyê berdewam dike. Tunç, diyar kir ku dê di 1’ê Gulanê de biherikin qadan û got: “Hemû karkerên li Tirkiyeyê, divê 1’ê Gulanê veguherînin qadên berxwedanê.”    * Yek ji Dayikên Şemiyê Zeycan Yedîgol a 97 salî ku 37 salin li kurê xwe Nurettin Yedigol digere ye. Zeycan Yedîgol, ku ji ber nexweşiyên xwe û temenê xwe yê mezin êdî nikare biçe Qada Galatasaray û li şûna  xwe keça xwe dişîne naxwaze bêyî aqûbeta kurê wê ronî bibe koç bike.    * Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê ya Enqereyê amadekariyên mitînga 1'ê Gulanê bi dawî kir. Seroka  Komîteya Amadekar Sultan Saygili, diyar kir ku ew di bin qedexeyên OHAL'ê û zextên hilbijartina  zordest mîtînga xwe pêk tînin û wiha got: "Gelê Enqere û karker ji 1'ê Gulanê re amade ye."    *  Berdevkê Komîsyona Kedê ya HDP’ê Ridvan Turan got, “Em hemû fikarên xwe danîn aliyekê û tenê serkeftinê bifikirin. Îro derfetên serkeftinê ji her demê zêdetire. Em ê vê serkeftinê li qadên 1’ê Gulanê û di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bibîn in.”   * Endamê heyeta Dadgeha Cezayên Giran a Xinisê Hekîm Halîl Soguksu û hevalên xwe li Amedê tevî 90 kilo esrar hat girtin, tenê rastî 11 sal û 8 meh ceza hatin. Hat diyar kirin ku Hekîm Soguksu ji bo sewqîyata tiryakê hatiye Amedê.    * Polîs Î.M., di 8'ê Cotmeha 2016'an de li navçeya Geverê ji maşîna zirxî li ser welatiyan gule reşandibû û 4 sivîl kuştibûn, 2 sivîl jî birîndar kiribûn. Parêzerên malbatên mexdûr ji dadgehê pirsîn ku der barê polîs de lêpirsîna îdarî hatiye vekirin ya na. Heyeta dadgehê jî bersîva "Wezîrê Karên Hundir belgeyên serkeftinê yê operasyonê şandiye û lê xwedî derketiye" da.    * 5'emîn danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş û Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder dê li 26'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna doza Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Seda Taşkin dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê bê dîtin. (11.00)    * Heyeta HDP'ê tê bi tevlêbûna Hevserokê Giştî Sezaî Temellî li Navçeya Cizîr û Hezexê gel ziyaret bikin.    * Rêxistina HDP'ê ya Amedê dê bi tevlêbûna Hevserokê Giştî ya HDP'ê Sezai Temellî li Otela Liv  bi saziyên sivîl ên civakî re bê cem hev. (20.00)