Wesayîta leşkerî qelibî: 3 leşker birîndar bûn 2018-04-29 16:33:01   WAN - Li navçeya Ebexê wesayîta leşkerî qelibî û 3 leşker birîndar bûn.   Li navçeya Ebexê ya Wanê, wesayîta leşkerî qelibî û 3 leşker birîndar bûn. Li nêzî Taxa Demîrcîk a li ser  rêbejahiya Ebex û Bazîdê bûyer pêk hat. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ebexê û piştî mûdaxileya destpêkê sewqî nexweşxaneyên navenda bajêr hatin kirin.