Platforma Jinan a Helkîz li Êlihê hat avakirin 2018-04-29 16:23:02   ÊLIH - 23 saziyên dinavê de rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û sendîkayî jî heyî, li hev kom bûn û li dijî tundiya li ser jinan bi armanca têkoşînê bi rêve bibe Platforma Jinan a Helkîz hat avakirin.    23 saziyên dinavê de rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û sendîkayî jî heyî, li Otela Atlihan a Êlihê kom bûn Platforma Jinan a Helkîz (HEKAP) ava kirin. Platforum navê xwe ji çiyayê Helkîz ê bi şilêrên xwe nav û deng ê Sasonê digire. Pankarta “Tu hêviyên me ji we tuneye, em li kêleka hev bi hêvîne” bi salona konferansê ve hat kirin û jinan bi qurdeleyên xemrî yên bi berstûkên xwe ve kirin, beşdarî civînê bûn.    Rêveberiya EGÎTÎM SEN’ê ya hevpara HEKAP’ê Fehmiye Baskin, daxuyaniya hevpar xwend û wiha axivî: “Ji bo nêrîn a jinê pêş bikeve û zimanek hevpar derbikeve holê me ev xebat destpê kirin. Bi avakirina HEKAP’ê me xwest em li dijî tûndî û cûdakariya li ser jinan derbikevin û asteng bikin. Li vî bajarî dê jin dest ji şopdariya bûyerên îstîsmarên zarok û jinan bernedin.”   'EM Ê DESTKEFTIYAN BIPARÊZIN'   Baskin, da zanîn ku ew ê li dijî bi hiqûqiyên bên jiyîn, dê têbikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Emê parastina xwe ya jiyanê berdewam bikin. Em ê bibin parazvanên xwedî derketina nirxên bi bedelên gelek mezin hatin avakirin. Ji bo em destkeftiyên xwe biparêzin, mezin bikinm û civakî bikin, em li hev kom bûn.”   Piştî axaftina Baskin Platforma Jinan a Helkîz (HEKAP) hat avakirin.