Wekîla HDP’ê Irgat: 1'ê Gulanê dê encama 24'ê Hezîranê diyar bike 2018-04-29 16:21:53   STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya Bagcilar a Stenbolê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de civîna gel pêk anî. Di civîna gel de Parlamentera HDP'ê ya Bedlisê Mizgin Irgat axivî û diyar kir ku ew dê encama hilbijartina 24'ê Hezîranê di 1'ê Gulanê de li qadan diyar bikin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Bagcilar a Stenbolê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de civîna gel pêk anî. Di civînê de Parlamentera HDP'ê ya Bedlisê Mizgin Irgat, endam û rêveberên HDP'ê yên navçe û bajar amade bûn. Di civîne de Hevserokê HDP'ê yê Bagcilarê Ethem Akbaş, diyar kir ku ew ji 1'ê Gulane re amade ne û divê ji bo xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de jî ji her tiştî re amade bîn û bêtir kar bikin. Akbaş, anî ziman ku wan Stenbol kiriye 3 herêm û dê tax bi tax navçe bi navçe komîsyonan ava bikin.    EMÊ DI 1'Ê GULANÊ DE ENCAMA HILBIJARTINÊ DIYAR BIKIN   Di civînê de Parlamentera HDP'ê ya Bedlisê Mizgin Irgat jî diyar kir ku ew dê encama hilbijartina 24'ê Hezîranê di 1'ê Gulanê de li qadan diyar bikin û wiha got: “Yên gotin 'Daxwaza hilbijartina pêşwext xayintiya welat e' îro ew bi xwe biryara hilbijartina pêşwext distînin. Niha Tirkiye kriza aborî dijî. Ketiye nava tengasiyek mezin û asê maye. Gelê kurd nas nake. Yên berê digotin rêya çareseriyê di Amedê re derbas dibe îro Înkar dikin. 16 salan kurd xapandin. Niha wan û MHP'ê mil dane hev û Tirkiye difiroşin. Fabrîqeyên Tirkiye difiroşin. Em dê di 1'ê Gulanê de encama hilbijartina 24'e Hezîranê diyar bikin. Em dê 1'ê Gulanê bikin Newroz. Bikin Efrîn û bi şiara 24'ê Hezîranê em dê 1'ê Gulanê pîroz bikin û encama  hilbijartinê diyar bikin"    Irmak, bertek nîşanî namzetiya Midûrê Polîsan ê Şirnexê ku ferman da cenazeyê Hacı Lokman Birlik li pey panzêrê bi erdê re bê kaşkirin  û wiha got: "Gel bê guman dê bersîva vê yekê bide. Gelê kurd dê bersiva vê yekê li Şirnex û Stenbolê bide."