Başaran a HDP'î: SÎHA bûn amûrê înfaza bê daraz 2017-10-11 20:09:47   ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, bal kişand ser îşkenceya li herêmê zêde dibe û diyar kir ku SİHA di demên dawî de bûn maşîneyên înfaza bê daraz.    Parlamentera HDP'êya Êlihê Ayşe Acar Başaran, di Lijneya Giştî ya Meclîsa Tirkiye de bal kişand ser îşkenceyên dawî û înfazên bê daraz û wiha got: "Ji sala 2015'an û heta niha Tirkiye di aliyê mafên mirovan de pir pir paşve çûye. Li gorî raporên ÎHD'ê, di sala 2015'an de 5 hezar û 671 kes rastî îşkenceyê hatibûn. Di sala 2016'an de hezar û 458 kes rastî îşkenceyê hatin û hatin bnçavkirin. Li Muglayê 7 kes hatin binçavkirin. Hatin tazîkirin û destê wan li pişt wan kelepçe kirin. Li ser asfaltê hatin dirêjkirin û rastî îşkenceyê hatin. Li gori parêzeran şopa îşkenceyê pir berbiçav bû. Dîsa hat diyar kirin ku Yigitcan bi gaza heste jiyana xwe ji dest daye. Lê derket holê ku Yigitcan, ji aliyê 2 polisan bi lêdanê hatiye kuştin. Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin.    SÎHA BÛN DOZGER Û DADGER BÛN AMÛRÊN SUC   Başaran bal kişand ser Amûrên Bê Mirov ên Bi Çek (SİHA) û wiha got: "SİHA bi temamî bûne amûrên înfaza bê daraz. Ji ber ku SÎHA hedefê tespît dikin û li gorî xwe sucdar qebul dikin û ceza dikin. Me dît çawa van SİHA bê daraz înfaz kirin. Ew SİHA bûn dozger û bûn dadger. Bûn celad. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye."