Gurkan: Me di 16 Nîsan 7'ê Hezîranê û Gezî de hevî dît 2018-04-29 11:13:46   STENBOL - Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, diyar kir ku ji ber îktîdar asê bûye biryara Hilbijartina Zordest di 24'ê Hezîranê de girt û wiha got: "Dîrok nîşanî me dide ku dema hêz bibin yek û bi rêxistin tev bigerin dikarin atmosfera siyasetê ber bi serkeftinê ve bibin û ew di 16'ê Nîsan, 7'ê Hezîran û berxwedana Geziyê de bûn şahidê vê yekê û vê heviyê li wir dibînin.    Seroka Giştî ya Pardiya Kedê (EMEP)  Selma Gurkan, têkildarî Hilbijartina Zordest ku di 24'ê Hezîranê de pêk bê nirxandin kir. Gurkan, anî ziman ku ji ber hikûmeta AKP'ê ket zorê biryara Hilbijartina Zordest girt û wiha got: "Ne tenê nîşan û daneyên aborî, nisanên siyaseta hundir jî nîşan dide ku hikûmet û tifaqa îktîdarê çiqas ketiye zorê. Zext, tundî û binpêkirina mafan zêde bûye. Civak perçe dibe. Êdî kesên dengê xwe dane AKP’ê jî ji vê yekê bêzar in. Êdî welatên navneteweyî Tirkiye wekî welatekî bê edalet pênase dikin. Erdogan, bê navber anketan çêdike û li gorî encama anketan siyasetê ji bo parastina xwe pêş dixe. Di 16 salên dawî de êdî krîza aborî hatiye asta dawî. Niha fabrîqeyên şekir difiroşe. Her çend deynê ÎMF dabin jî deynê Tirkiye yên derve gihiştiye 340 milyar Dolar'an. Xizanî û betalî her ku diçe zêde dibe. Îktîdar ji bo muxalefet bi ser nekeve dê her cureyên astengiyan derxe pêş. Lê ger ku em hêzên muxalif bibin yek em dê karibin  hemû astengiyan ji pêş xwe rakin. Îtîfaqa Cumhur a AKP-MHP û Partiya Buyuk Birlik di milê azadiyê de partiyên herî paşverû ne. Em wekî hêz û partiyên demokrasiyê diyar dikin ku li hemberî vê ferasetê pêwiste hêzên li ser bingeha demokrasî, hêza gelan, mafên demokratîk û azad û siyaseta azad bên cem hev û têkoşînek  wisa pêwist e. Em pirsgirêkên gel ji bo xwe esas digirin. Tifaqa ku gelê kurd û hêza kurd neyê tevlêkirin, nikare li dijî tifaqa AKP-MHP'ê bi ser bikeve. Dîrok nîşanî me dide ku dema hêz bibin yek û bi rêxistin tev bigerin dikarin atmosfera siyasetê ber bi serkeftinê ve bibin û ew di 16'ê Nîsan, 7'ê Hezîran û berxwedana Geziyê de bûn şahidê vê yekê û vê heviyê li wir dibînin.    NAV NE GIRÎNG E   Gurkan, herî dawî anî ziman ku armanc dikin ku Yekîtiya Hêza Demokrasiyê bêtir xurt bikin û pîvanên wê esas bigirin. Gurkan, anî ziman ku ew ji nav zêdetir girîngiyê didin rêgezên hêza platforma demokratîk û yekîtiya demokratîk. Gurkan, da zanîn ku dê li gorî rêgezên Yekîtiya Hêza Demokratîk namzetan û navan diyar bikin.      MA / Bilal Seçkîn