Li Sêwasê karkerekî Sûriyeyî ji înşeatê ket û mir 2018-04-29 10:49:23   SÊWAS - Meclîsa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG), li ser hesabê medya civakî, diyar kir ku li Sêwasê karkerê înşaetê yê 19 salî Halid Hassun, ji înaşetê ket û jiyana xwe ji dest da.    Meclîsa Tenduristiya Kar û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG), li ser hesabê medya civakî yê twitterê diyar kir ku karkerê Sûriyeyi yê 19 salî li Sêwasê dema karê înşatê dikir ji qatê 7'an ket û jiyana xwe ji dest dan. Duh jî li Çewlikê karkerek ji înşatê ket û jiyana xwe ji dest dabû.    HÊJMARA KARKERÊN SÛRIYE YÊN JIYANA XWE JI DEST DIDIN ZÊDE DIBIN   Di 26’ê Nîsanê de li Edeneyê Hammed Habbasî yê 21 salî ku li depoyeke êrzaxan dixebitî, ji asansora bar ket û mir. Di 6’ê Çileya 2018’an de Abdullah Y., yê 20 salî jî ji qata 9’an a înşeatê ket û mir.