Danişîna Demîrtaş sibê ye: Tekane delîl deşîfrasyona xelet a axaftina ye 2018-04-29 09:08:14   STENBOL – Dê sibê Selahattîn Demîrtaş û Sirri Sureyya Onder, ji ber axaftinên xwe yên di Newroza 2013’an de bi tawanbariya “Propagandaya rêxistinê” derkevin pêşberî dadger. Tekane delîla dozê, deşîfrasyona xelet a axaftinan e û her wiha polîsê ku axaftin deşîfre kiriye û herdu dozgerên lêpirsînê jî ji ber “FETO”yê hatine îxrackirin.    Dê Heverokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê HDP’ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder sibê ji ber axaftinên xwe yên Newroza 2013’an a Stenbolê bi tawanbariya “Endamtiya rêxistinê” derkevin pêşberî dadger. Danişîna dozê ya ewil di 14’ê Kanûna 2017’an de pêk hat û dê danişîna sibê jî li Dadgeha Cezayê Giran a 26’an a Stenbolê pêk bê.    Ji roja ewil a dozê ve hemû daxwazên parêzerên Demîrtaş û Onder hatin redkirin. Dadgehê ji bo cara dawî wext ji bo Demîrtaş terxan kiribû û tev li danişînê bube. Dê danişîna dozê li Eywana 2’yan a Danişînê ya Kampusa Girtîgeha Sîlîvriyeyê pêk bê û tê payîn ku dê Demîrtaş tev li danişînê bibe.    DOZGERÊN LÊPIRSÎNÊ HATIN ÎXRACKIRIN    Polîs û dozgerên ku lêpirsîn bi rê ve dibirin ji ber “FETO”yê hatin îxrackirin. Tekane delîla dozê, deşîfrasyona xelet a axaftinan Demîrtaş û Onder in. Polîsê ku axaftinên Demîrtaş û Onder deşifre kirine, ji dêvla “HDP” û “HDK”ê di girtekan de “PKK” û “HPG” derbas kiriye.     ‘DARAZ ROJEVA SIYASÎ DIŞOPÎNE’    Ji parêzerên Demîrtaş, Parêzer Arzû Kayaoglû diyar kir ku axaftinên bûne mijdara dozê ên Newroza 2013’an a Stenbolê ne û wê çaxê serdema Pêvajoya Çareseriyê bû. Kayaoglû diyar kir ku çapemeniya berbelav wê demê ji bo vê Newroza ku Demîrtaş û Onder lê axivîn manşeta “Newroza aştiyê ku sed hezar lê kom bûn” avêtibû. Kayaoglû, destnîşan kir ku ev axaftin bûne cihê lêpirsînê û ev jî diyar dike ku daraz rojeva siyasî dişopîne. Kayaoglû got: “Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jixweber ev lêpirsîn nedaye destpêkirin. Kesên wekî Gokçe Firatoglû yên netewperest jî di nav de gilî kirine û lêpirsîn hatiye destpêkirin.”    Kayaoglû, diyar kir ku lê belê axaftinên ku bûne mijara dozê xelet hatine deşîfrekirin. Kayaoglû, anî ziman ku polîsê ku ev axaftin deşîfre kirine, xelet deşîfrasyon kiriye û got: “Di girtekên deşîfrasyonî de li şûna cihên HDP û HDK derbas dibe, PKK û HPG hatiye derbaskirin. Wisa difikirim ku ev yek bi zanebûnî hatiye kirin. Axaftin zaf zelal in, lê belê ligel vê zelbûnê dîsa jî ev yek hatiye kirin.”    MA / Yasin Kobulan