QSD`ê 10 hezar sivîl azad kir 2017-10-11 19:20:11   DÊRAZOR - Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, şervanên QSD`ê 10 hezar sivîlên  Dêrazorê  azad kirin.   Pêngava Bagera Cizîrê ku di 9’ê îlonê de hatibû destpêkirin, bi hemû leza xwe berdewam dike. şervanên QSD’ê roj bi roj bi pêşve diçin û gund û mezreyên bejahiya Dêrazorê, ji DAIŞ’ê azad dikin. Di çarçoveya rizgarkirina sivîlan de, şervanên QSD`ê îro 10 hezar sivîlên Dêrazorê ku ji ber kiryarên  DAIŞ û balafirên Rejîma Sûriyê û Rûsya dev ji warên xwe ber dabûn, azad kirin. Hamleya azadkirina sivîlan û rizgarkirina axa Dêra Zorê didome.