Polîsan avêt ser civîna gel a HDP’ê 2018-04-28 19:54:23     STENBOL – Polîsan avêt ser civîna gel a HDP’ê ku li avahiya HDP’ê ya navçeya Gungorenê dihat lidarxistin. Nûçegihanên me yên stajyer Melîke Ceyhan û Servet Karadûman ku nûçe dişopandin û Hevserokê HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Polîsan avêt ser civîna gel a HDP’ê ku li avahiya HDP’ê ya navçeya Gungorenê dihat lidarxistin. Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyê yên stajyer Melîke Ceyhan û Servet Karadûman ku nûçe dişopandin û Hevserokê HDP’a Stenbolê Cengîz Çîçek jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hinceta ser avêtina avahiya HDP’ê ya Gungorenê nehat hînbûn û hat diyarkirin ku kesên hatin binçavkirin birine Qereqola Polîsan a Merter Kerestecîlerê.