Temellî: Ji tirsa me asteng dikin 2018-04-28 18:17:00   SÊRT - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, bertek nîşanî astengiya polîsan a li hemberî xebatên wan da û got: "Ji ber ku ji hêz û mezinbûna me ditirsin, me asteng dikin. Ger ku HDP partiyek biçûk bûya ew asteng nedikirin. Lê HDP partiyek mezin e û wan ditirsîne.    Gera heyeta HDP'ê ya Milê Botanê ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ji Rihayê dest pê kir berdewam dike. Heyeta HDP'ê ku di navde Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û parlamenterên HDP'ê hene, piştî gera Qoser û Nisêbînê derbasî Sêrtê bûn. Heyeta HDP'ê ewil derbasî navçeya Misircê bûn. Piştre derbasî Sêrtê bûn. Heyet pişti derbasî nava Sêrtê bû otobusa xebata hilbijartinê di ketina Sêrtê de hat rawestanin û polîsan destûr neda ku otobusa hilbijartinê têkeve hundir Sêrtê. Li aliyê din piştî karwana ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî di navde çû Sêrtê li ber avahiya HDP'ê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Ewil wekilê HDP'ê Kadri Yildirim axaftin kir. Yildirim ji ber maşîneya hilbijartinê hat astengkirin bertek nîşanî midûriyeta polîsan da û wiha got: “Li partiyên din otobus nayên qedexekirin. lê îro otobusa HDP'ê tê qedexekirin.    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temellî jî diyar kir ku ew çiqas wan asteng bikin jî ew dê dîsa bên û wiha got: "Em dîsa ji otobusan bang li we dikin. Em dibêjin hûn ji hêza HDP'ê ditirsin ji ber vê yekê hûn me asteng dikin. HDP partiyek mezin û hêza wê zêde ye. Ger ku HDP partiyek biçûk û bê hês bûya dê astengî dernexistina. Ji me û hêza me ditirsin. Hêza me ew xistine nava tirsê. Em dibêjin êdî bes e. Em dê vê yekê rawestînin."    Temellî piştî axaftinê rêxistina HDP'ê ya bajar ziyaret kir. Temellî piştî ziyareta rêxistina HDP'ê derbasî avahiya ÎHD'ê bû û tev li 10’emîn kongreya ÎHD'ê ya Sêrtê bû. Temelli li vir OHAL rexne kir û wiha got: "Li Tirkiye her dem OHAL heye. OHAL li ser bajarê Kurdan tu car ranebûye. Li Sêrtê bi taybeti rewşa awarte heye. Rejîma OHAL'ê dixwaze fitloneka xwe li hemû Tirkiye bipêçe û bi KHK'yan Tirkiye bê nefes bihêle. Em dê ji vê yekê re bêjin raweste. Temellî piştre esnaf ziyaret kir. Heyeta HDP dê sibê biçe Sîlopî û Şirnexê.