Heyeta HDP'ê li Muglayê lêkolîn kir 2017-10-11 19:08:49   MUGLA - Heyeta HDP'ê ji bo bûyera 4'ê Cotmehê ya 7 kes li kolanê tazî kirin û îşkence li wan hat kirin lekolîn bikin hatin Muglayê. Heyeta ku xwest bi Walî re hevdîtin bike di deqeya dawî de hat betalkirin. Heyetê piştre Baroya Mugla û Odeya Tabîban a Muglayê ziyaret kir.    Di 4'ê Cotmehê de li Muglayê polîs û leşkeran 7 kes tazî kirin, destê wan li pişt wan kelepçe kirin û ew bi îşkenceyê binçav kiribûn. Di 5-6'ê Cotmehê de jî li Muglayê bûyerek din rû dabû û 6 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Têkildarî bûyerên 4-5-6'ê Cotmehê, heteta HDP'ê bi armanca lêkolîn bike îro hatin Muglayê. Parlamenterên HDP'ê Prz. Meral Danış Beştaş û Erol Dora Baro û Odeya Tabîban ên Muglayê ziyaret kirin. Heyeta ku xwest Walîtiyê Muglayê jî ziyaret bike, randevûyên dabûn heyetê di deqeyên dawî de betal kirin.    Heyeta ku bi dozgeriye re hevditin kir jî bi hinceta der barê dosyayê de biryara veşarî heye navero ka dosyaye bi heyetê re perve nekir. Heyetê piştre agahî ji Odeya Tabîban û Baroya Muglayê agahî stendin.    Di ziyareta MTO de Parlamentera HDP'ê Meral Danış Beştaş, diyar kir ku ew dizanin kê ew wêne kişandine û bilav kirine û wiha got: "Li wir îşkence heye. Îşkence sûcê mirovahiyê ye. Ev îşkence bi tu awayî nayê qebûlkirin. Me rapora otopsiye xwest, lê dozger bi sedema der barê dosyayê de biryara nepenî heye naveroka dosyayê û otopsiyê nîşanî me neda. Dozgeriyê rapora otopsî neda me. Yanî 7 kesên li hundir di bin îşkenceyê dene. Îşkence li hundir didome. Me xwest doktor biçe. Lê bersîv tune. Hemû bijîşk li vir di bin zexan dene.    Serokê MTO Hakki Turan jî diyar kir ku ger daxwaz hebe dê mudaxilî mijarî bibin û yekîneyekê ava bikin û biçin lêkolîn bikin.  Heyeta HDP'ê dê sibê têkildarî mijarê li Meclîsê civîna çapemeniyê pêk bîne.