Buldan: 25’ê Hezîranê dê beyî Erdogan û Bahçelî derbas bibe 2018-04-28 16:50:07   WAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, di çarçoveya gera Serhedê de bi gelê Wanê re civiya. Buldan, diyar kir ku di serî de gelê Kurd, hemû gelên Tirkiyeyê êdî îtîfaqa AKP û MHP’ê naxwazin û got; “Wê 25’ê Hezîranê bibe rojek bêyî Erdogan û Bahçelî."   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û şandeya bi wê re, di çarçoveya gera Serhedê de li Wanê bi gel re civiya. Şandeya HDP’ê piştî hevdîtinên xwe yên li Agiriyê, Patnos û Erdîşê, di ketina Wanê de bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Şande li Kolana Cumhuriyetê ya herî qerebalix a Wanê ji wesayîtên xwe hatin xarê, gel bi berzkirina  tilîlî û lêxistina çepikan şan de pêşwazî kirin. Şandeyê qûrnefîl li dikandaran belav kirin û rastî eleqeyek mezin a gel hat. Dûrê şande derbasî avahiya  HDP’ê bû.      Buldan li avahiya partiye bi gel re sohbet kir û piştre derbasî Salona Dawetê ya  Erenoglu bû. Buldan li ber salonê ji aliyê bi sedan kesan ve hat pêşwazî kirin. Parlamenterê HPD’ê yê Wanê Adem Geverî, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Hevserokên HDP’ê yên Bajêr, Meclîsa Dayîkên Aştiyê, rêveber û hevserokên DBP’ê yên Bajêr, hevşaredarên qeyûm tayînê cihê wan hatin kirin, endamên MYK û Meclîsa HDP’ê ligel Buldan hevaltî kirin.   GEVERÎ: KURD DÊ DU CEJNAN BI HEV RE BIJÎN   Parlamenterê Wanê Adem Geverî destpêkê axivî û wiha got: “Gelê Kurdi dê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de du cejnan bi hevre bijî. Ji bo Erdogan biçe emê bi şev û roj bixebitin.”    BEŞTAŞ: EM Ê 7’Ê HEZÎRANEK DIN, BI WE BIDIN JIYÎN   Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî, diyar kir ku hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê xwedî girîngiyek mezine û wiha axivî: “Em di rojên dîrokî re derbas dibin. Em baş dizanin ku li her devera Kurdistanê îtîfaq tên avakirin. Li vê derê hevkariya AKP-MHP’ê hat avakirin. Ev hevkarî ji bo tune hesibandina Kurdan hatiye avakirin. Îro Bahçelî û Erdogan li dijî kurdan dest dane hev. Îro vîna gelê tune tê hesibandin. Emê di 24’ê Hezîranê de Fîgen Yuksekdag, Îdrîs Baluken û Bekir Kaya ji girtîgehê derbixwin. Em carek din dibêjin, em ê cardin 7’ê Hezîranê bi we bidin jiyîn.”   BULDAN: AKP HIKÛMETA HERÎ XERAB BÛ   Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan jî, gel silav kir û wiha got: “Pir keyfxweşim ku îro em li Wanê ne û bi gelê Wanê re hatin gelhev.  Em di pêvajoyek krîtîk re derbas dibin. Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de, dê êrîşên desthilatdariya hikûmeta AKP’ê yên li ser jin, zarok, ciwan û gelan bi dawî bibin. Êdî tehemûla Kurdan ji desthilatdariya AKP’ê re nemaye. Di dîroka Komara Tirkiyeyê de AKP hikûmeta herî xebab bû.”    ‘25’Ê HEZÎRANÊ DÊ BIBE ROJEK BÊYÎ ERDOGAN Û BAHÇELÎ’^   Buldan, bang li gelê Wanê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê li wanê dengek tenê jî ji bo AKP’ê dernekeve. Gelê Wanê divê bi hemû hêz û vîna xwe xwedî li sindiqan derbikevin. Li dijî hişmendiya vîna we nas nake, roja yekîtiya gelê kurd hatiye. Roja 25’ê Hezîranê dê beyî Erdogan û Bahçelî derbas bibe. Hemû kesên di 24’ê Hezîranê de biçin ser sindoqan, divê destê xwe danin ser wijdanê xwe, Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Tugba Hezer û Bekir Kaya bifikirin û wisan dengên xwe bidin.”   Şahî bi guvend gerandinê bi dawî bû û dûre şandeya HDP’ê bi rêveberiyên STK’ê hatin gel hev.