Namzetê Dihokê Kamuran Berwarî rastî êrîşê hat 2018-04-28 16:48:31   DIHOK - Namzetê Newaya Nû yê Dihokê Dixtor Kamuran Berwarî li navçeya Zaxoyê rastî êrîşa komekê hat. Berwariyê ku ji serê xwe birîndar bû, rakirin nexweşxaneyê.   Namzetê rêza yekemîn ê Dihokê yê Newaya Nû Dixtor Kamuran Berwarî di çarçoveya xebatên propagandaya hilbijartinê de, îro di saetên piştî nîvro de li navçeya Zaxo dikandar ziyaret kirin. Di dema ziyaretê de komekê êrîşî Kamuran Berwarî kir. Di êrîşê de Berwarî ji serê xwe birîndar bû. Li ser mudaxeleya welatiyên li derdorê êrîşkar reviyan.    Piştî êrîşê Kamuran Berwarî veguhestin nexweşxaneya Zaxo û hat gotin ku rewşa wî baş e.