Xebatkarên TV10 dawî li çalakiya xwe anîn 2018-04-28 16:20:47   STENBOL – Xebatkarên TV10 a bi KHK’ê hat girtin li Qada Galatasarayê di hefteya 82’emîn çalakiya xwe bi dawî kirin.    Xebatkar û temaşevanên TV10 a bi Biryanameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) de hat girtin ji bo televîzyona wan ji nû ve vebe di hefteya 82’emîn li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar xist. Gelek nûnerên sazî û dezgehên elewiyan beşdarî çalakiyê bûn û pankarta û dovîzan hildan. Xebatkar û temaşevanan dawî li çalakiya xwe anîn. Li ser navê xebatkaran Kordînatorê Weşana TV10 Turabî Kişîn daxuyanî da û diyar kir ku desthilatdariyê li dijî muxalîfan bi hinceta darbeyê şer da destpêkirin û xwest hemû beşên civakê tasfiye bike. Kişîn da zanîn ku desthilatdarî dixwaze elewiyan bêdeng û bênefes bike û behsa zextên li ser xebatkarên TV10 kir. Kişîn li gel hemû çalakî û nerazîbûnan jî televîzyona wan paş de nehat vekirin û hindik be jî di çalakiyê xwe de serkeftin bi dest xistin e.    Piştî daxuyaniyê li qadê lokma hat belavkirin û dawî li çalakiya xwe anîn.