‘Girtina Budakê ji sedî 96 astengdar, şerma mirovahiyê ye’ 2018-04-28 16:05:36   STENBOL - Şaxa ÎHD’a Stenbolê, di hefteya 318’emîn a çalakiya “Rûniştina F” de xwest Hasan Budak (74) ê ji sedî 96 astengdar bê berdan. Parazvanên mafên mirovan, diyar kirin ku girtina Budak şerma mirovahiyê ye.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 318’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li Qada Galatasarayê pêk anî. Di çalakiyê de endam û rêveberên ÎHD’ê û xizmên girtiyan amade bûn û pankartên “Bila girtiyên nexweş bên berdan”, “Tecrîd dikuje û piştevanî dide jiyankirin” û wêneyên girtiyan hildan. Parazvanên mafên mirovan di çalakiya vê heftê de, bal kişandin ser rewşa Hasan Budak ê 74 salî yê ji sedî 96 astengdare. Gel nexweşiyên giran ên mîna dil, şekir, tansiyon û KOAH ên Buda hene.    Di çalakiyê de hat diyar kirin ku li Girtîgeha Menemen a Îzmîrê Engîn Aktaş û Dîcle Bozan jî dinavê de 4 girtiyên nexweş dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin û girtiyên nexweş kirine hucreyên yek kesî de. Hat ziman ku girtiyan gotiye ku dinava xwarina wan de têla şoştina firaqan derketiye û ji bo pêkanînê keyfî û dij mirovahî bi dawî bibin ketin greva birçîbûnê. Hat destnîşan kirin ku girtî dê dawî li vê çalakiya xwe bînin.   ‘ŞERMA MIROVAHIYÊ YE’   Aktîvîsta Mafê Mirovan Îkbal Eren daxuyanî da û bi van gotinan çîroka girtiyê nexweş Budak vegot: “Hasan Budak ê 74 salî ji ber îfadeya îtîrafkarekê bi hinceta ‘propadanda kirinê’ di 13’ê Gulana 2018’an de dinava zeviya xwe de hat binçavkirin û di 15’ê Adarê de jî hat girtin. Hasan Budak niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê girtin û pirsgirêkên wî yên tenduristiyê pir cîdîne. Nexweşiyên dil, şeker, tansiyon û KOAH bi Budak re hene û ji ber van nexweşiyên wî rapora wî ya tenduristiye heye. Cardin ji ber ku di zarokatiya xwe de qeza derbas kir, nikare destê xwe yê çepê û piyê xwe kar bîne.  Rapora Budak a ji sedî 96 astengdar heye.”    Eren, xwest Budak bê berdan û wiha  dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin Hasan Budak bê berdan. Girtina wî şerma mirovahiyê ye. Bi tu awayî divê nexweşî nebe mijara bazarê. Ji ber vê Hasan Budak û hemû girtiyên nexweş serbest berdin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.