Heyeta HDP'ê sibê li Colemêrgê ye 2018-04-28 15:15:58 COLEMÊRG - Heyeta HDP'ê ya milê Serhedê gera xwe ya hilbijartinê berdewam dike. Heyeta HDP'ê ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî di navde dê sibê biçe Colemêrgê. Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê bang li gel kir ku sibê heyetê bi girseyî pêşwazî bikin.  Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û parlamenteren HDP'ê jî di navde gera xwe ya herêma Serhedê berdewam dike. Heyet piştî li Îdir, Agiriyê bi girseyî hat pêşwazîkirin îro hat Wanê. Heyet dê sibê biçe Colemêrgê û bi girseyî bê peşwazîkirin. Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê jî ji bo heyeta HDP'ê bi girseyî pêşwazî bike xebatên xwe yên pêşwazîkirinê temam kirin. Beriya pêşwazîkirinê Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Nihat Akdogan, endam û rêveberên HDP û DBP'ê bi girseyî li nava bajar belavok belav kirin û xwestin bi girseyî heyetê pêşwazî bikin. Koma endam û rêveberan esnaf bi esnaf geriyan û hemû gelê Colemêrgê dawet kirin ku bi girseyî heyetê pêşwazî bikin. Hevserokê HDP'ê yê Colemêrgê Nazmî Coşkun, tekildarî xebatê li ber avahiya HDP'ê ya Colemêrgê daxuyani da û wiha got: "Em dê sibê Hevseroka Giştî Pervîn Buldan û heyeta pêre bi girseyî pêşwazî bikin. Em dê sibê saet di 09.00’an de li Qada Ciftlikê heyetê bi girseyî pêşwazî bikin. Piştre em dê li avahiya DBP'ê ya bajar civîna gel pêk bînin. Em dixwazin gelê me sibê me bi tenê nehelê.