Midûrê fermana kaşkirina Bîrlîk da, bû bernamzetê AKP’ê 2018-04-28 15:08:29   ŞIRNEX - Midûrê TEM’ê yê Şirnexê Haci Murat Dînçer ê ferman da ku cenazeyê Hacî Lokman Bîrlîk bi maşîneya zirxî ve girêbidin û kaş bikin, ji erka xwe îstîfa kir û bû bernamzetê AKP’ê.   Midûrê Şaxa Têkoşîna bi Terorê (TEM) a Şirnexê Hacî Murat Dînçer ê ferman da ku cenazeyê Hacî Lokman Bîrlîk ê di 3’ê Cotmeha 2015’an de li Şirnexê hat kuştin bi maşineya zirxî ve girêbidin û kaş bikin ji bo ji AKP’ê bibe bernamzet ji erka xwe îstîfa kir. Dînçer ji sala 2015’an ve Midûrê TEM’ê yê Şirnexê ye û ji bo hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê daxwaznameya emekdariyê da û li Stenbolê jî serlêdana bernamzetiyê kir.    Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan di 10’ê Nîsan 2016’an Roja Polîsan de, Dînçer ji ber kirînin wî xelat kiribû.