'Zarokên baş' hatin berdan 2017-10-11 18:37:19   WAN - "Zarokên Baş" Alî Kaya, Ozcan Îldeniz û îtîrafkar Veysel Ateş, ên ji doza êrîşa Pirtûkxaneya Umut girtî dihatin darizandin serbest hatin berdan.    Li Şemzînanê pirtûkxaneya Seferî Yilmaz, di Mijdara 2005’an de hatibû bombekirin. Di êrîşê de kesek hatibû kuştin, wesayita ku kesê bombe jê avêtibû, ji hêla gel ve hatibû rawestandin, sê kesên di wesayitê de radestî polêsan kiribûn. 3 kesên ku hate fêhmkirin leşker in, piştre serbest hatin berdan. Li ser vê yekê gelê Şemzînanê daket kolanan. Piştî ku li gel reşanin kesekî jiyana xwe ji dest dabû. Dozgerê Komarê yê Wanê yê wê demê Ferhat Sarikaya, têkildarî bombekirina pirtûkxaya Seferî Yilmaz îdîaname amade kiribû. Di îdîanameyê ku berbaz Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkarê PKK’ê Veysel Ateş bersûc bûn, Yaşar Buyukanit ê ku ji bo Alî Kaya gotibû, ‘’Ez nas dikim, zarokekî baş in" bi helkefta avakirina çeteyê û bandorê li ser darazaê bike, hate tawanbarkirin. 3 kesên ku 9’ê Mijara 2005’an ji hêla gel ve hatibûn girdin. Bersûc Ali Kaya û Ozcan İldeniz û îtîrafkarê PKK'ê Veysel Ateş, di 2 Comehê de di rûniştina dozê de ji sûcê "avakirina rêxistine" hatin tahliyekirin. Heyeta dadgehê der barê 3 bersûcan de, ji doza "Bizanebûn mirov kuştine û birîndar kirine" biryara berdewama girtinê dabû. Piştî dadgeha bilind ji nûve darizandina wan qebûl kir, rûniştina wan îro li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin. Heyeta dadgehê der barê Bersûc Alî Kaya, Ozcan Îldeniz û Veysel Ateş de biryara bi şertê kontrola edlî serbest berdan.