ÎHD'ê aqûbeta 250 rewşenbirên 103 berê hatin windakirin pirsîn 2018-04-28 14:44:42   ÎZMÎR – Xizmên windayan û ÎHD'ê ya Îzmîrê di hefteya 430’emîn a çalakiya xwe de aqûbeta 250 rewşenbirên ermenî yên 103 sal berê hatin windakirin pirsîn.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê û xizmên windayan bi armanca "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" û “Giriyên nexweş serbest bên berdan" di hefteya 430'an de çalakiya xwe li pêş avahiya Serokwezîrtiyê ya Konakê berdewam kirin. Di çalakiyê de rêveberên HDP'ê yên Îzmirê û gelek nûnerên saziyên sivîl amade bûn. Di çalakiyê de pankarta "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" û “Winda wîcdan e li wîcdan xwedî derkevin" vekirin. Li ser navê komê Endama ÎHD'ê ya Îzmirê Caner Canli daxuyanî da. Canli, anî ziman ku beriya 1'ê Gulanê binpêkirina mafan û binçavkirin zêde bûye û wiha got: "Di 23'ê nîsane de binpekirina mafên zarokan û karkerên zarok zêde dibin. tacîz û îstîsmara zarokan zêde bûye. Zarokên berê hatibûn windakirin hêj nehatine dîtin. 103 sal berê di 24'ê Nîsana 1915'an de rewşenbirên Ermenî yên li Stenbolê hatin binçavkrin û carek din agahî ji wan nehat girtin. Cîroka windayan 103 sal berê li ser Axa Tirkiye dest pê kir. Di serdema Wezîre Karên Hundir ê Hikûmeta Îttihat û Terakkî Talat Beg de 250 rewşenbirên Ermenî yên li Stenbolê hatin windakirin û carek din agahî ji wan nehat girtin.  Gelek kes ji wan wekîl, nivîskar, bijîşk, rojnameger muzikolog, weşanger, dermanfiroş û gelek siyasetmedar bûn. Di nava civaka osmanî de hiş û aqilê herî pêşketî bûn. Lê hatin windakirin û niha kevirekî gora wan jî tune ye.