Karkerekê îşeatê jiyana xwe ji dest da 2018-04-28 14:29:35   ÇEWLÎG - Li Çewlîgê welatiyê b inavê Nezîr Çagribay ê berî mehekê dest bi karê înşeatê kir, ji qata 5’an ket û jiyana xwe ji dest da.   Li navenda Çewlîgê, hostayê qalip Nezîr Çagribay ê 27 salî di 27’ê Nîsanê di saetên şevê de ji qata 5’an a ket û jiyana xwe ji dest da. Çagribay zewicîbû û zarokek wî hebû. Çagribay ê li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, ji ber bê kariyê berî mehekê dest bi karê bê sîgorte kiribû.