Ew li dawetê binçav kirin û 24 sal e winda ye 2018-04-28 14:14:42 AMED – Xizmên windayan di çalakiya windayan a 481’emîn a Amedê de li aqûbeta Kadrî Yilmaz ê di 1994’an de li dawetê hat binçavkirin û pişt re hat windakirin pirsîn.  Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 481’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan û li ser pankartek mezin hat raxistin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Kadrî Yilmaz ê di 1994’an de li navçeya Rezana Amedê li daweta xizmê xwe hat binçavkirin û pişt re windakirin hat pirsîn.    ‘WINDAYÊN ME RABORIYA ME NE’    Di çalakiyê de ewilî Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî axivî û got: “481 hefteye em li edaletê digerin. Li gel hemû hewldanên ÎHD û malbatan jî dewlet tu hewldanê nake. Hêj malbat negihîştine cenaze ango hestiyên xwe. Windayên me rastiya me ne. Heke em windayên xwe ji bîr bikin, em ê raboriya xwe jî ji bîra bikin. Pirsgirêka windayan pirsgirêka her kesî ye û divê her kes li gel têkoşîna dayikan û malbatan cih bigire.”    ’24 SAL E WINDA YE’    Piştî Bîlîcî, Endamê Komîsyona Hiqûqê ya ÎHD’a Amedê Parêzer Hasan Yalçin behsa çîroka Kadrî Yilmaz ê di 1994’an de li Rezana Amedê li dawetê hat windakirina û carek din agahî jê nehat girtin kir. Yalçin da zanîn ku li gel Kadri Yilmaz li ber çavê bi sedan mirov ji dawetê hat revandin û wî birin jî li gel malbatê hewldanan kir jî tu agahî jê negirt. Yalçin anî ziman ku 24 sal derbas bû Kadrî Yilmaz hêj windayî ne û kes xwe negihand cenazeyê wî.    Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.