Aqûbeta Tanîel Varujan pirsîn: Tevî wî helwestên wî jî winda bûn 2018-04-28 14:08:28   STENBOL - Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta helbestvanê ermenî ku kevirekî gora wî jî tune ye Taniel Varujan pirsîn. Mirovên şemiyê diyar kirin ku tevî Varujan helwestê wî jî winda bûn û gotin: “103 sal derbas bibe jî tu helbestvanê vê axê ye em te ji bîr nakin."    Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 683'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikan vê hefteyê aqûbeta helbestvanê ermenî ku kevirekî gora wî jî tune pirsîn. Dayikan di çalakiyê de pankarta “Faîl diyar in, winda li ku ne?" vekirin.  Li ser pankartê wêneyê kesên hatine windakirin û qurnefil hatin danîn. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Dayikan û mirovên şemiyê aqûbeta helbestvanê ermenî yê 31 salî Tanîel Varûjan ê di 24'ê Nîsana 1915'an de li Apartmana Karavela ya Kolana Pangalti Nalbant a Stenbolê hat binçavkirin û windakirin pirsîn. Dayikên şeniyê diyar kirin ku kevirekî gora Varûjan ê ermenî jî tune û xwestin ev yek bê ronîkirin.    Birayê winda Hasan Ocak, Ali Ocak diyar kir ku 103 sal di ser komkujiya ermeniyan re derbas bû û hêj dewlet bi vê rastiyê re rû bi rû nebûye û xwest dewlet bi komkujiyê re rû bi rû bimîne. Ocak, anî ziman ku wan 103 sal li pey komkujiyê hişt û wiha got: "Divê dewlet bi vê komkujiyê re rû bi rû bibe. Dewleta ku komkujiya ermeniyan pêk anî, di salên 90’an de em dixwazin bi hestiyên windayên me re bên rûqalî hev."    Rojnameger Pakrat Estukyan, jî diyar kir ku dema Varujan hat windakirin helbestên wî jî hat windakirin û wiha got:; "Taniel Varujan, di sala 1884'an de ji dayik bû. Di sala 1902'an de tevî bavê xwe hat Stenbolê. Ji bo bixwine çû Îtalya. Piştî xwend dîsa vegeriya û çû Sîwasê.  Helwestê wî jî winda bûn." Estukyan piştre helbesta Varujan “Antasdan” ku bi ermenî nivîsandiye xwend.    Ji dayikên Şemiyê Sebla Arcan jî diyar kir ku 103 sal di ser komkujiya ermeniyan re derbas bû û wiha got: "103 sal derbas bûn, lê me hêj Taniel Varujan ji bîr nekiriye. Di 24'ê Nisana 1915'an de wezîrê karên hundir yê hikûmeta Îttihat û  Terakkî Talat Bey ferman da. Bi fermana Talat bey 250 rewşenbirên Ermenî li Stenbolê hatin binçavkirin. Ji wan re gotin 'Hûn dê di saetekê de vegerin' û binçavkirin. Piştî binçavkirin birin Girtîgeha Navendî ya Sultanahmetê Di 25'ê Nîsana 1915'an de bêyî agahî ew ji Haydarpaşa birin Enqere. Koma 158 kes birin Çankiri û koma 92 kesan jî birin Ayaşê. 174 kes ji wan di bin çavdêrî û parastina polîs û cendirmeyan de bûn. Li dol û nava daristanan bi dizî hatin kuştin. Kevirekî gorek wan jî tune. Her çend di fermiyetê de bêjin firar kirine jî ne wisa ye.    Arcan, anî ziman ku piştî helbestkarê ermenî Varûjan hat windakirin li gel wî helbestên wî ji hatin windakirin.