Şandeya HDP’ê ji bo Kiliç ê di greva bîrçîbûnê de bang li CHP û DÎSK’ê 2018-04-28 14:01:50   ÎZMÎR - Parlamenterên HDP’ê Muslum Dogan û Ziya Pîr, Mahîr Kiliç ê 167 rojin di greva birçîbûnê de û hevalên wî ziyaret kirin. Dogan bang li şaredariya CHP û DÎSK’ê kir û got: “Bila roja cejna karkeran bibe roja çareser kirina pirsgirêka Mahîr û hevalên wî.”   Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan, Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr û şendeya bi wan re, Mahîr Kiliç ê 167 rojin di greva birçînê de û hevalên wî yên ji Şaredariya Mezin a Îzmîrê hatin avêtin ziyaret kirin. Kiliç û hevalên wî ji bo ziyareta şandeya HDP’ê spasiyên xwe pêşkêş kirin.    'MAFÊ XEBATÊ GIRÎNG E’   Wekîlê HDP’ê Muslum Dogan di sohbeta xwe ya  bi karkeran re de, wiha got: “Mafê xebatê yê hemû kesê heye û ev pir girînge. Ez bang  li Şaredariya Bajarê  Mezin a Îzmîrê ya CHP û Konfederasyona Sendîkayên Şoreşger (DÎSK) dikim. Divê vê yekê çareser bikin. Bila roja cejna  cîna karkeran bib roja çareseriya pirsgirêka Mahîr û hevalên wî.”