Li Denîzlî di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin 2018-04-28 11:40:23   DENÎZLÎ - Li Denîzlî, polîsan serê sibê bi ser malan de girtin û gelek kes binçav kirin.   Polîsan serê sibê li Denîzlî bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçav kirin. Polîsên ku lêgerîn pêk anîn, eşyayên malan belav kirin. Derbarê kesên hatin binçavkirin de, tenê hat gotin ku derbarê wan de biryara girtinê heye.    Di çarçoveya operasyonê de,  polîsan bi ser mala Hevserokê HDP’ê yê Denîzlî Cevahîr Kayar de jî giritn û hevjîna wî Muhlîs Kayar binçav kirin. Di operasyonê de Gokhan Oner jî hatin binçavkirin. Birayê Oner Alî Oner, diyar kir ku  di serdegirtina malê de hemû endamên malbatê bi erdê re dirêj kirin û got: “Hemû amûrên mala me belav kirin. Destûr nedan em serê xwe rabikin. Birayê min paşve kelepçe kirin û bi xwe re birin. Derbarê serdegirtinê de tu tişt ji me re ne gotin.”