'Şerê li Sûriye li dora Helebê kom dibe' 2018-04-28 11:03:08   HELEB - Hevserokê Şaxa TEV-DEM a Şêxmaqsudê Mihemed Şêxo, diyar kir ku şerê li Sûriye li ser Helebê kom dibe û wiha got: "Em şerê nava gelan çareserî nabînin. Yên şer sor dikin dixwazin gelan bi hev bidin şikandin. Em vê rêbazê çareserî nabînin."    Li Sûriye 7 salin şerê navxweyî berdewam dike. Ji ber şerê navxweşî bi milyonan gelê Sûriye koçî welatên derve kirin û bûn penaber. Niha hêzên hegemonik dîsa dixwazin li herêma Helebê şer pêş bixin. Serokê Şaxa TEV-DEM'ê ya Taxa Şêxmaqsudê Mihemed Şêxo, diyar kir ku piştî êrîşên li ser Efrînê hevsengiya şer hat guhertin û wiha got: "Îtîfaqên li ser Heleb û Efrînê pêş dikevin rojane û heftane tên guhertin. Ji ber vê yekê îtîfaqên heyî her dem dikare bên guhertin. Hêzên navneteweyî dixwazin sînorê Sûriye ji nûve ava bikin.    GIRÎNGIYA ŞÊXMAQSUD '   Şêxo, diyar kir li taxa Şêxmaqsudê ya Efrînê berxwedanek herî mezin hatiye nîşan dan û wiha got: "Di şerê li dijî Efrînê de herî zêde taxa Şêxmeqsûd li ber xwe da. Ev tax rastî êrîşê du aliyan ên li Sûriye hatin. Şêxmaqsud di navbera du milan de li cihekî stratejîk a Helebê ye. Ger ku me li Şêxmeqsûd li ber xwe nedaya adê Heleb ketibûya. Tevî hemû êrîşan gelên cuda hatine li vir bi cih bûne û bi hevre dijîn û bi hevre li ber xwe didin. Em bawer dikin ku pergal û modela jiyana vir dê ji bo gelê Helebê û Sûriye bibe model. Yên ku Efrîn talan kirin niha dixwazin êrîşî Helebê bikin û Helebê talan bikin. Heleb di heman demê de çavkaniya aboriye ya Sûriye ye. Heleb di şerekî giran re derbas bû. Komên OSO ku Tirkiye piştgiriyê dide êrîşan dikin. Van koman Efrin talan kirin û wêran dikin û dixwazin heman tiştî li Helebê jî bikin."    Şêxo, da zanîn gelek hêzên navneteweyî ketine Sûriye û her kes ji bo berjewendiyên xwe tev digerin û wiha berdewam kir: "Em li Şêxmaqsudê wekî xeta sêyemîn in. Bi salan e têkoşîna me ya xeta sêyemîn li vir berdewam dike. Di demên dawî de şer li dora Helebê kom dibe. Dixwazin gelan bi gelan bidin şer kirin. Vê yekê wekî çareserî dibinin. Lê em şerê nava gelan rast nabînin. Rûsya Îran û Tirkiye di dagirkirina Efrînê de berê li hev kiribûn. Ev yek berê li ser masê li hev parve kiribûn. Li Astana li hev kirin. Hevsengiyen li vir rojane tên guhertin. Efrînê hemû planên wan tev li hev kir."    SÎNORAN JI NÛVE DIYAR DIKIN'    Şêxo anî ziman ku Hêzên wekî Rusya û Îranê li herêmê dixwazin li gorî xwe pergalekê ava bikin û rastî mudaxaleya DYA Îngiltere û Fransa hatine û wiha got: "Bi gotina 'Çekên kimyewî bikar anîn' xwestin peyamê bidin hev. Niha dixwazin sînorên nû diyar bikin. Ji ber vê yekê îngîltere û Firansa daketin qadê.  Gelê sûriye niha di nava gola xwînê de dijî û çareserî ne şerê nava gelan e. Dijberi vêyekê çareseri yekîtiya gelan û aştiya gelan e."    MA / Nazim Daştan