Piştî 2 salan qedexeya li Nisêbînê bi dawî bû 2018-04-28 09:19:09 MÊRDÎN –  Piştî 2 salan şûnde qedexeya derketina kolanan a li Nisêbînê bi dawî bû.  Li Nisêbîna Mêrdînê, di 14’ê Adara 2016’an de li 10 taxan qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin û ev qedexe di 25’ê Tîrmeha 2016’an de bi awayekî qismî hatibû rakirin. Lê belê li qedexeya ku ji 2 salan zêdetir e li taxa Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Abdulkadîrpaşa, Zeynelabidîn û Kişlayê didomiya, di 21’ê Nîsana 2018’an de bi temamî hat rakirin.   Li bajêr di dema qedexeya dawîn de 74 rojan bênavber pevçûn domandin. Di dema pevçûnan de bi wesayîtên zirxî bi deh hezaran leşker û polîs sewqî navçeyê hatibûn kirin. Lê belê hîn jî nehatiye zelalkirin k adi pevçûnên li bajêr de çend heb hêzên dewletê mirine.    76 KESÊN HATIN ÎŞKENCEKIRIN LI DADGEHÊ XWERÊVEBERÎ PARASTIN    Di dema tahliyekirina taxan de 76 kesên îşkence li wan hat kirin û piştî 19 mehan şûnde cara ewil derketin pêşberî dadwer, diyar kirin ku di bin îşkenceyê de îfade bi wan hatiye îmzekirin û hemûyan di parastina xwe de li hemberî modernîteya kapîtalîs modernîteya demokratîk parast û di parêziya xwe de diyar kirin ku çareseriya krîza li Tirkiye û Rojhilata Navîn xwerêveberî ye.    DI QEDEXEYAN DE HERÎ KÊM 25 SIVÎL MIRIN    Di dema qedexeyan de gelek sivîl ji ber guleberankirin û bombebarana wesayîtên zirxî mirin. Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan, navê hin sivîlên di dema qedexeyan de mirin ev in: “Ahmet Sonmez (50), Şahin Turan (25), Selamet Yeşilmen (44), Abdulkadir Yilmaz (65), Hasan Dal (45), Musur Aslan (19), Emin Oz (55), Muhammed Altunkaynak (19), Nurhan Kaplan (45), Şerif Alpar (55), Sedat Gungor (22), Mehmet Emin İnan (55), Cudi Teber (23), Mahsum Alpdogan (19), Fehime Akti (56), Hakan Dogan (15), Medeni Orak (45), Rohat Karakoç, Hasan Korkmaz (60), Mehmet Pitek (40), Heyhat Mujde (43), Saadet Mujde (19), Fehime Kurumaz (11), Dilşa Ak (59), Emire Gok (39).”   WÊNEYÊ BI ALA    Li bajêr di dema qedexeyan de bi deh hezaran mirov neçar man koçî hin taxên din û bajarên din bikin. Di dema qedexeyan de herî zêde li 6 taxan texrîbat pêk hat û li van taxan 11 hezar û 386 avahî û 2 hezar kargeh bi kemçeyan bi temamî ji holê hatin rakirin. Piştî rûxandin û texrîbatê tenê li dawiyê wêneyê ku alaya tirk bi wan hatibû daliqandin ma.    PIRANIYA MALBATAM MAXWAZIN LI TOKIYAN RÛNÊN    Li taxên hatin serobinokirin, dest bi çêkirina nêzî 4 hezar û 700 avahiyên TOKÎ’yê hat kirin. Lê belê ji ber ku ev avahî li gorî avahiyên wan ên berê biçûk in û bi deyn didin wan, şêniyên malên wan hatin rûxandin naxwazin di van avahiyan de rûnên.      Tevî hemû daxwazname û îtirazan jî, li qada ku çêkirina avahiyan lê didome din av harfiyatê de heta niha herî kêm 11 cenaze hatine dîtin. Tê texmînkirin ku hîn jî li vê qada ku avahî lê tên çêkirin cenaze hene.