Malbatan bertek nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dan 2018-04-28 09:17:27 STENBOL – Malbatên ku xizmên wan girtîne, bertek nîşanî binpêkirinên mafan û ferzkirina kincên yektîpî yên li girtîgehan dan û gotin: “Em ê vê zilma ku li zarokên me tê kirin qebûl nekin.”  Bertekên li hemberî ferzkirina kincên yektîpî ya li girtîgehan didomin. Huseyîn Avras, birayê Nazîme Avras ku sal û nîveke di Girtîgeha Tîpa F a Sîlîvriyê de ye, anî ziman ku ferzkirina kincên yektîpî derî mirovahiyyê ye.   Avras, diyar kir ku destûrê nadin girtiyan ku tev li merasîma cenazeyên xizmên xwe yên nêz jî bibin û got: “Du meh berê bavê min mir. Her çend dadgehê biryar da, lê belê dîsa jî destûr nehat dayîn ku xwişka min tev li merasîmê bibe. Wekî hincet jî hat diyarkirin ku emniyet nikare ewlehiya wê pêk bîne.” Avras, destnîşan kir ku tim û tim li girtiyan “kincên yektîpî” tên ferzkirin, lê belê girtî diyar dikin ku qethiyen ew ê kincên yektîpî li xwe nekin. Avras diyar kir dema ew ji bo ehvdştina vekirî diçin, nîv saetî wan didin sekinandin û paşê li gorî dilê xwe destûra hevdîtinê didin. Avras got: “Pêkanînên antidemokratik hene. Ev tenê ne ji bo yên hundur, ji bo yên li derve jî pêkanînên girtîgehan vekirî hene. Bêyî ku hincetek hebe, tenê li ser îfadeyên şahidê nepen ceza li xwişka min hat birîn. Kûmpas tên çêkirin. Em di serdemeke ku rûmeta mirovahiyê tê binpêkirin de ne.”    ‘ZAROKÊN ME KESÎ NEKUŞTIYE’    Belkize Yildirim, dayika Ergîn Yildirimê ku 3 salin di Girtîgeha Tîpa F a Jimare 9 a Sîlîvriyê de ye, got: “Rewşa zarokên me nebaş e. Li ser wan tecrîdeke giran heye. Bila van tiştan li zarokên me nekin. Belaheq û belasebeb zarokên me girtin. Zarokên me dizî nekirine, zarokên me kesî nekuştine. Hatin mala me wêneyên zarokên me qetandin. Xwe acizkirin û gotin ‘Ji bo çi hûn wêneyên teorîstan daldiqînin.’ Min got, ‘Zarokên me ne terorîst in.’ Em vê zilmê qebûl nakin. Dema em ji bo hevdîtinê diçin, bêyî ku nîv saetê me biqede dibêjin nîv saetê we qediyaye û me derdixin derve. Çima ji yên din re ne qedexe ye, lê ji me re qedexe ye? Dê ev qedexe heta kuderê dewam bike?”    ‘EM VÊ ZILMÊ QEBÛL NAKIN’    Yildirim, anî ziman ku ew vê tecrîda li ser zarokên wan qebûl nakin û got: “Em vê zilmê qebûl nakin. Kurê min got ew ê dest bi rojiya mirinê bike. Kurê min pir zihîf bûye. Min jê re got ‘eger tu dest bi rojiya mirinê bikî tu yê bimirî.’ Ji min pirsî dê ev zilm heta kuderê dewam bike. Bang li hemû kesên hestiyar dikim, bila li hemberî vê wehşeta li girtîgehan dengê xwe derxînin.”