Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê: Dê pêşnûma di zanîngehan re derbas nebe 2018-04-28 09:15:59 STENBOL – Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê, bertek nîşanî pêşnûmaya ku dê rê li ber dabeşkirina zanîngehan vebike dan û diyar kirin ku bi vî awayî tê xwestin ku naveroka zanîngehan bê valakirin. Xwendekaran got: “Eger pêşnûma di Meclîsê re derbas bibe jî, lê dê di zanîngehan re derbas nebe û em ê bersiva herî baş bidin.”  Pêşnûmaya dabeşkirina zanîngehan duh na pêr ji aliyê Desteya Giştî ya Meclîsê ve hat qebûlkirin. Dê bi vê pêşnûmayê re 4 jê weqf bi giştî 20 zanîngehên din bên çêkirin. Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê bertek nîşanî vê rewşê dan.    ‘EM Ê ZANÎNGEHA XWE BIPARÊZIN’   Xwendekarê Beşa Derûnasiyê yê Zanîngeha Stenbolê Ûtkû Çaybaş, diyar kir ku ew nû pê dihesin ku pêşnûmaya ji bo dabeşkirina zanîngehan tê nîqaşkirin. Çaybaş, anî ziman ku divê zanîngehan xweser û demokratîk bîn û ev yek li zanîngehên xweser û demokratîk nepêkan e. Çaybaş, destnîşan kir ku êdî zanîngeha ji aliyê rektorên AKP’î ve tên birêvebirin û got: “Jixwe AKP li gorî dilê xwe zanîngehan bi rê ve dibe. Bi vê yekê tişta ku dixwazin bikin, ew e ku me ji zanîngehan dûr bixin. Lê belê em ê zanîngeha xwe biparêzin.”    ‘PÊŞNÛMA JI BO VALAKIRINA NAVEROKA AKADEMIYÊ YE’    Xwendekara Fakulteya Zanyarên Siyasetê ya Zanîngeha Stenbolê Şîlan Delîpalta jî, diyar kir ku ew nû bi pêşnûmayê hesiyane û got: “Bêyî ku hayê xwendekaran, akademîsyenan ji vê pêşnûmayê hebe hat derxistin. Li hemberî vê du rojan me li ber deriye sereke çalakî li dar xistin. Ev pêşnûma temamî ji bo valakirina naveroka akademiye ye, ji bo bêcihwarkirina zanîngehan e. Lê belê dê zanîngeh vê yekê qebûl nekin. “Eger pêşnûma di Meclîsê re derbas bibe jî, lê dê di zanîngehan re derbas nebe.”    ‘EM Ê BI BERXWEDANÊ BERSIVÊ BIDIN’    Xwendekarê Fakulteya Perwerdehiyê ya Hasan Alî Yucel a Zanîngeha Stenbolê Yûnûs Çelîk jî destnîşan kir ku ji ber ji hêza ciwanan ditirsin, dixwazin zanîngehan dabeş bikin, lê belê ew ê bi berxwedanê bersiva pêşnûmayê bidin. Xwendekara heman fakülteye Elîf Gul jî divê Fakulteya Hasan Alî Yucel neye dabeşkirin û ji bo Tirkiyeyeke pêşketî divê guhdariya mamosteyan bê kirin.