Hilbijêrên Îzmîrê: Hikûmet jî dizane dê winda bike 2018-04-28 09:15:17 ÎZMÎR – Hilbijêrên Îzmîrê, diyar kirin ku her çend dê hilbijartin di şert û mercên Rewşa Awarte de bê lidarxistin û şik û gumanên wan hebin jî, lê teqez ew ê bi ser bikevin.  Gelê Îzmîrê, têkildarî hilbijartina zordest ku îtifaqa AKP-MHP’ê biryara wê da axivî. Îzmîriyan bi lêv kir ku hilbijartin di şert û mercên Rewşa Awarte de tê çêkirin û dê hikûmeta heyî serî li hîle û xurdeyan bide, lê belê dîsa jî teqez ew ê bi ser bikevin.    ‘EM Ê JI BO ZAROKAN BIÇIN SER SINDOQAN’    Nezahat Tanirgan ku ji ber rewşa aborî 2 sal berê ji Mêrdînê koçî Îzmîrê kir, got îktîdara heyî nikare Tirkiyeyê bi rê ve bibe û diviya beriya hilbijartinê dawî li Rewşa Awarte bê. Tanirgan, diyar kir ku rewşa heyî ya Tirkiyeyê ew kêfxweş nakin û ew ê di 24’ê Hezîranê de ji bo hemû zarokan biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.    ‘EM BIHÊVÎ NE’    Suleyman Tanirgan jî, diyar kir ku ew ê sibeha 25’ê Hezîranê bi awayekî kêfxweş û şa hişyar bibin û divê gel xwedî li vîna xwe derkeve. Tanirgan, diyar kir ku divê dewlet rêzê nîşanî vîna gel bide û ew ê xwedî li sindoqan derkevin. Tanirgan got: “Em bi hêvî ne û teqez em ê bi ser bikevin.”    ‘JI BO WELAT DEM DEMA YEKÎTIYÊ YE’    Asûman Karaman jî, diyar kir ku heta niha îktîdara AKP’ê ji bo fêdeya gel tiştek nekiriye û hilbijartina ku di şert û mercên rewşa awarte de pêk bê dê ne hilbijartineke biedalet be. Karaman, diyar kir ku da dawî li krîza aborî bê ew ê dengê xwe bi kar bîne û ji bo fêdeya welat dem dema yekîtiyê yeç    Hîlal Çevîk jî, anî ziman ku heta niha wê deng dida hikûmeta AKP’ê, lê belê ew ê ji niha û pê ve deng nede wê. Çevîk, diyar kir ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan sozên vala dide û got: “Wehd dike, lê tenê ji bo alîgirên xwe. Zarokên me û derdorên xizan qezenc nakin. Feqîr û fuqareyan dixapîne. Kesên zana divê êdî dengê xwe nedin Erdogan. Êdî em dawî li vê rewşê bînin. Ez ê dengê xwe nedim wê.”    ‘HIKÛMET DIZANE KU DÊ WINDA BIKE’    Erdogan Yavûz, jî diyar kir ku ji ber îktîdar tengijiye serî li hilbijartineke zordest daye û dê hikûmeta AKP’ê di 24’ê Hezîranê de têk biçe. Yavûz, bi lêv kir ku hikûmeta heyî dizane ku dê di hilbijartinê de winda bike û dê hewl bide ku serî li hîle û xurdeyan bide. Yavûz, destnîşan kir ku divê tu kes bêhêvî nebe.