'Heke dewlet bixwaze dikare bûyera Elçî ronî bike’ 2018-04-27 15:12:52 AMED – Serokê Înîsiyatîfa Maf Arîf Koçer di çalakiya Tahîr Elçî de axivî û got: “Rêxistina em jê re dibêjin dewlet heke bixwaze û vîna siyasî li pişt bisekine, dê kujerên Tahîr Elçî bên dîtin û hesab bê pirsîn.”  Baroya Amedê ji bo kujerên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê li ber Minareya Çar Ling a Sûrê hat kuştin bên dîtin û dosyeya dozê bi bandor bê birêvebirin, di hefteya 124’emîn çalakî li dar xist. Gelek parêzer bi cubeyên beşdarî çalakiyê bûn û endam û rêveberên Înîsiyatîfa Maf jî piştevaniyê dan çalakiyê. Pankarta “Em te ji bîr nakin” a wêneyê Elçî li ser hat hildan. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen got ku ew nedîtina faîlên Tahîr Elçî şermezar dikin û banga edaletê û dîtina faîlan kir.   'GULEYA WINDA DIVÊ BÊ LÊKOLÎNKIRIN’    Serokê Giştî yê Înîsiyatîfa Maf Arîf Koçer jî axivî û got: “Tahîr Elçî di dilê her kesî de parêzvanek cih girtiye. Ev du sal û nîv di ser kuştina wî de derbas bû lê hêj kujer nehatine dîtin û tu pêşketinek di dosyeyê de nîne. Rêxistina em jê re dibêjin dewlet heke bixwaze û vîna siyasî li pişt bisekine, dê kujerên Tahîr Elçî bên dîtin û hesab bê pirsîn. Divê guleya windayî bê lêkolînkirin. Em ê şopandina doza Tahîr Elçî dewam bikin.”    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.