Adalet Zemînî: Bi lezgîn parêzvanên mafên mirovan berdin 2017-10-11 16:44:36   STENBOL - Adalet Zemînî, der barê girtina parazvanên mafên mirovan ên li Buyukada ya Stenbolê hatin binçavkirin û girtin, diyar kirin ku  ev gav ji bo Tirkiye rezîl bikin hatiye avêtin û xwest parazvanên mafên mirovan bi lezgîn bên berdin.    Adalet Zemînî, der barê parazvanên mafên mirovan ên li Buyukada ya Stenbolê hatin binçavkirin û girtin de daxuyaniya nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di der barê 10 parazvanên mafên mirovan de bi îdîaya "Endamtiya rêxistina çekdarî" de doz hatiye vekirin û ji bo her keseki 5 sal ceza tê xwestin û ji bo kesekî berê hatibû girtin û berdan jî 15 sal ceza tê xwestin.    'JI BO TIRKIYE REZÎL BIKIN EV GAV AVÊTINE'   Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku îdîayên hatine kirin koka wan tune û tenê ji bo Tirkiye di nava cîhanê re rezîl bikin ev gav hatiye avêtin. Herî dawî hat xwestin ku parazvanên mafên mirovan bi lez bên berdan.