Wêneyên girtiyan çirandin 2017-10-11 17:00:19   MÊRSÎN - Li Girtîgeha Tîpa M a Îskenderunê gardiyanan li girtiyan îşkence kirin û wêneyên wan çirandin.    Êrîşên li ser girtiyên Girtîgeha Tîpa M a Îskenderunê didomin. Gardiyanan bi şevê bi ser qawîşan de girtin, lêgerîn pêk anîn, wêneyên girtiyan çirandin û îşkence li girtiyan kirin. Bavê Lokman Aydemîr, Mehmet Emîn Aydemîr serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê da û diyar kir ku beriya hefteyekê çûye hevdîtina kurê xwe. Bav Aydemîr têkildarî hevdîtina bi kurê xwe re kirî wiha got: “Kurê min got midûrek nû hatiye girtîgehê. Bi hatina vî midûrî re êrîş zêde bûn. Gardiyan dinîva şevê de ji nişkan ve dişer qawîşan de digirin û bi saetan lêgerîn dikin. Di bin navê lêgerînê de bi saetan li ser lingan dihêlin. Ava gerin nadin girtiyan. Nameyan asteng dikin. Wêneyên malbatan bi keyfî diçirînin tên derpkirin.”   'BILA ÊRÎŞ BI DAWÎ BIBIN'   Bav Aydemîr da zanîn ku kurê wî Hekîm Aydemîr jî li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ligel vê yekê polîs tim ser mala min de digirin. Ji min re dibêjin ‘Kurê te li kuye?’ Polîs her tim mala min ser û bin dikin. Em dixwazin êrîşên li ser zarokên me bi dawî bibin. Li dijî van êrîşan zarokên em çibikin, em li gel wane. Em ê piştgiriyê bidin zarokên xwe. Ez bang li raydar û mirovên bi hestiyar dikim ku li jî êrîşan bi hestiyar tevbigerin.”