Kelûpelên DÎHA û JINHA derxistin ber firotinê 2018-04-27 13:06:50   ENQERE – TMSF kelûpelên saziyên mîna DÎHA, JINHA, Azadiya Welat û Azadî TV ku bi KHK’ê hatin girtin derxistin ber firotinê.    Fona Sîgorta Mevduatê ya Teserûfê (TMSF), kelûpelên saziyên çapemeniyê yên mîna Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), Buroya Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) a Amedê, rojnameya Azadiya Welat, Azadî TV û rojnameya Bizim Kocaelî jî di nav de 11 saziyên medyayê yên li bajarên cuda ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin girtin derxist ber firotinê.    TMSF’ê kelûpelên 11 saziyan bi berdela 606 hezar 395 TL 11 dê firoşe. Kelûpelên Buroya DÎHA’yê ya Enqereyê bi 905 TL, kelûpelên Buroya JINHA ya Amedê bi 4 hezar 536 TL, kelûpelên Azadî TV bi 245 hezar TL û kelûpelên Rojnameya Bizim Kocaelî jî bi 176 hezar TL da ber bazarê.    Kelûpelên van saziyên medyayê dê heta 30’ê nîsanê teklîfên ji bo wan bên dê binirxînin û pişt re bifiroş in.