Hevserokê HDP'ê Temellî li Qoserê ye 2018-04-27 12:02:45   MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê HDP'e Sezaî Temellî û heyeta pêre, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li naveya Qoserê ya Mêrdînê bi gel re hat cem hev. Temellî di ketina Qoserê de bi girseyî hat pêşwazikirin.    Hevserokê Giştî yê HDP'e Sezaî Temellî û heyeta pêre, di çarçoveya xebatên Hilbijartina Zordest ya 24'ê Hezîranê de, piştî duh li Rihayê bi gel re hat cem hev, bi otobusa hilbijartinê hat Qoserê. Temellî li naveya Qoserê ya Mêrdînê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Di heyetê de parlamenterê HDP'ê Erol Dora, Nimetullah Erdogmuş û Ali Atalan jî tev li karwanê hilbijartinê bû. Heyeta HDP'ê li gundê Girgewrê yê Qoserê ji aliyê endam û rêveberên HDP û DBP'ê ve bi girseyî hat pêşwazîkirin. Temellî û heyeta pêre piştre li Bazara Genim welatî û esnaf ziyaret kir. Temellî piştre bi karwanek mezin derbasî nava bajar bû. Karwan di ketina bajar de ji aliyê polîsan ve bi hinceta "ewlehiyê" hat rawestandin. Polîsan hemû kesên di karwanê de yek bi yek tevî maşîneyan di GBT re derbas kir   Heyeta HDP'ê piştî di kontrola GBT'ê re derbas bû li nava bajar tûr avêt û bi germahî hat pêşwazîkirin. Polîs bi maşîneyek sivîl ketin navbera Otobusa Temellî û karwanê û ala Tirkiye bi maşîneya xwe vekirin û bi vî rengî konvoy kirin du perçe. Temellî pişti tevî karwanê li dora navçeyê tûr avêt hatin avahiya HDP'ê ya Qoserê û bi welatiyan re hatin cem hev.