Ji bo Heskif û Sûrê li 20 welatên çalakiyên hemwext 2018-04-27 11:37:03   ÊLIH - Di 28'ê Nîsanê de, dê ji bo parastina Heskef û Sûrê li 20 welatên cûda di çarçoveya "Roja Çalakuya Kurevî ya ji bo Heskif û Sûrê" çalakî bên lidarxistin.    28’ê Nîsanê Roja Çalakiyên Kurewî Yên Sûr û Heskîfê’ hatiye îlankirin, di roja 28’ê Nîsanê de dê li nêzî 20 welatan çalakî û xwepêşandanên hemwext bên lidarxistin. Di van çalakiyan de bi dirûşmên ‘Bila qedexeyên li Sûrê bên rakirin, Sûr bijî, welatiyên Sûrê vegerin malên xwe!’ Platforma ji Hilweşandina Sûrê re Na, Hewldana Jiyankirina Heskîfê, Platforma Piştevaniya bi Sûrê re ya Stenbolê û Hewldana Munzur Azad Biherike têkildarî Roja Çalakiya Kurewî ya ji bo Heskîfê û Sûrê ya dê di 28’ê Nîsanê de bê lidarxistin banga tevlêbûna çalakiyan kirin.    Hewldana Jiyankirina Heskîfê bi boneya çalakiyên “28’ê Nîsanê Roja Çalakiya Kurewî ya Sûr û Heskîfê” ku dê li gelek deverên welatên cîhanê bê lidarxistin, daxuyaniya nivîskî da. Hewldanê destnîşan kir ku qirkirina dîrokî, polîtîk, ekolojîk û çandî li dijî Sûr û Heskîfê pêk tê û got: “Em hemû kesî vedixwînin xwedî derketina ji bo bajarên dîrokî Sûr û Heskîfê. Bila her kes beşdarî çalakiyan bibe.”    Çalakî dê sibê li Girê Hasankeyf Seyirê saet di 12.00'an de daxuyanî bê dayîn    Li navçeya Sûrê ya Amedê dê li pêş Mizgefta Mezin daxuyanî bê dayîn. Piştre dê li taxên Alipaşa û Lalebey lekolîn bê kirin.    Li Qada Taksim û Galatasarayê daxuyanî bê dayîn. Li Îzmirê jî dê li pêş Navenda Çandê ya Bergama ya Îzmirê daxuyanî bê dayîn.    Dê li Wan, Antalya û Ankara jî di heman saetan de daxuyanî bên dayîn.