KCD'ê 1'ê Gulanê karker û kedkaran pîroz kir 2018-04-27 11:18:46   AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li hemû gelê Kurd, karker û kedkarên cîhanê pîroz kir.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) beriya 1'ê Gulanê Roja Karkerên cîhanê peyamek weşand. KCD'ê di peyamê de diyar kir ku Beriya her tiştî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bi ruhê têkoşîna mezin, bawerî û lêgerîna azadiyê li gelê xwe û hemû kedkar û karkeran pîroz dikin û bi dilsozî wan silav dikin.   KCD'ê da zanîn ku ew dibînin ku cejna kedkar û karkeran 1’ê Gulana 2018’an wê di nava şert û mercên rewşa awarte de were pîrozkirin û ev jî nîşan dide ku bê gelê me û hemû kedkar û karkerên Kurdistan û Tirkiyeyê nirxeke çiqasî mezin didin vê cejnê û watedar dikin. KCD'ê anî ziman ku xuya ye ku wê pîrozbahiya îsal ji yên salên derbasbûyî mezintir û girîntir be û wiha cih da daxuyaniyê: "Wekî tê zanîn piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê, di serî de êrîşî çîna kedkaran û têkoşîna hevpar a beşên civakê kirin. AKP vê yekê ji xwe re wekî firsendekê nirxand û ji bo hemû muxalefeta demokratîk û çîna kedkar têk bibe veguherand darbeya faşîst.   XWESTIN SIYASETA DEMOKRATÎK TASFIYE BIKIN   Bi vê armancê, medya, daraz, zanîngeh, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên kedê, sendîka, nivîskar, akademîsyen, kedkar, bawermend û hwd. hemû alî, kes û saziyên li dijberî vê dîktatoriyê derketin bûn hedefa itifaqa AKP-MHP’ê. Ji bo wan bêdeng bikin û tasfiye bikin êrîşên dijwar meşandin.   Zêdetirî sedhezar kedkarên cemaweriyê û karker, rewşenbîr, akademîsyen, kedkarên çapemeniyê, nivîskar û hwd. bêyî ku biryara darazê hebe ji kar hatin avêtin. Bi vê re xwestin bi birçîbûne civakê terbiye bikin û serê xwe li ber faşîzma AKP-MHP’ê deynin. Bi dehezaran siyasetmedar, akadmeîsyen, rêveberên rêxistinên saziyên sivîl hatin binçavkirin û girtin. Xwestin siyaseta demokratîk û muxalefetê çavtirsandî bikin û tasfiye bikin. Bi bêdengkirina medya, çapemeniya rexnegir a muxalîf û demokratîk re sîstema “çapemenî-medya” hawizê ya di xizmeta faşîzma AKP-MHP’ê de ye ava kirin."    GELÊ KURDISTAN Û TIRKIYE TU CARÎ LI DIJÎ VAN PÊKANÎNÊN FAŞÎST DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDA   KDC'ê herî dawî bal kişand ser têkoşîna gelê Kurdistan û Tirkiye û wiha bi dawî kir: "Lê em zanin û di wê baweriyê de ne ku wê tu carî gelê me û hemû çîna kedkar ên Kurdistan û Tirkiyeyê li hemberî van pêkanînên faşîzan û rejîma dîktatoriyê dev ji têkoşîna xwe bernede. Faşîzma AKP-MHP’ê wê wekî mînakên li dinyayê hatine jiyîn têk bibin û vê têkoşînê bi azadiyê tacîdar bikin.  1’ê Gulanê cejna karkeran, roja ku têkoşîn û daxwazên demokrasî û azadiyê yên hemû kedkar-karkeran bilindtir dibe. Bi vê bîr, bawerî û biryardariya têkoşînê re em 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li hemû çîna kedkar-karker û gelê xwe pîroz dikin; Bang li hemû kedkarên cemaweriyê, karkeran û gelê xwe dikin ku bi ruhê têkoşîna bêhempa, bi vîn û coşeke mezin beşdarî mîtîngên 1’ê Gulanê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê bên pîrozkirin bibin.  BIJÎ YEK GULAN!"