Partiyên siyasî yên Edeneyê: Em ê qezenc bikin 2018-04-27 09:18:40 EDENE - Partiyên siyasî yên Edeneyê, diyar kirin ku divê hêzên demokratîk li dijî îtîfaqa AKP-MHP’ê ya hilbijartinên zordest li hev kom bibin û bihev re têbikoşin. Partiyan, anîn ziman ku ew ê di vê hilbijartinê de qezenc bikin. Partiyên siyasî yên Edeneyê, biryara hilbijartina zordert a îtîfaqa AKP û MHP’ê nirxandin. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Edeneyê Mehmet Yaşık, diyar kir ku piştî AKP’ê Efrîn dagir kir êdî ket nava bêçaretiyê û wiha axivî: “AKP ji ber vê bêçaretiya xwe biryara zordest a hilbijartinê da. Bi şerê Efrînê re krîza aboriyê mezintir bû. Ger biryara hilbijartina zordest nedabûya, destpêkê dê hilbijartinên herêmî pêk bihata. Ger hilbijartinên herêmî pêk bihata, AKP dê bin biketa. Berî hilbijartina herêmî dixwaze di hilbijartina giştî de rejîma xwe ya yek zilamtiyê ava bike. Ger vê yekê bi ser bixwe êdî dê pêwîstiya wî bi hilbijartinên herêmî nemîne.”   ‘SERKEFTIN DÊ YA ME BE’   Yaşik, anî ziman ku ew ê di pêvajoya hilbijartinê de tim li kolanan bin û wiha bi dawî anî: “Ji bo em qezenc bikin heya ji me we re emê bixebitin. Emê hemû xebatên xwe bi hêzên ked û demokrasiyê re bidin meşandin. Ji ber vê divê hemû kes tişta dikeve ser milê wan pêk bînin. Serkeftin dê ya me be.”   '1’Ê GULANÊ DÊ RENGÊ HILBIJARTINÊ DIYAR BIKE’    Seroka Partiya Kedê (EMEP) a Edeneyê Sevîl Araci Bek jî, anî ziman ku her roja derbas dibe rewşa welat xerabtir dibe.  AKP nikare welat birêve bibe. Li ser gelên Tirkiyeyê êrîş û zextên mezin hene. Berî hilbijartinê 1’ê Gulanê dê renge hilbijartinê diyar bike. Karker û kedkar dê  li qadan daxwazên xwe bînin ziman. Di hilbijartinê de divê gel bibin yek.”   'DIVÊ EM BIBIN YEK'   Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê Mehmet Mahsum Erîg jî, da zanîn ku ew ji bo hilbijartinê amadene û wiha bilêv kir: “Armanca me berjewendiyên gelane. Emê di vê hilbijartinê d e qezenc bikin û azadiya baweriyan ava bikijn. Hêzên ked û demokrasiyê di vê li dijî îtîfaqa AKP û MHP’ê bibin yek û AKP’ê têk bibin.”