Buldan: Em nizanin tenduristiya Ocalan çawa ye 2017-10-11 16:56:42   WAN - Endama Heyeta Îmraliyê û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervîn Buldan, di panela  TJA ya li Wanê pêk anî de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Em agahiyê ji Ocalan nagirin û nizanin tenduristiya wî û şertên wî çine."    Hevparên Tevgera Jinên Azad  (TJA) yên Wanê, bi şîara “Em dê komkujiya li ser jinan rawestînin, em dê jiyanê azad bikin. Tecrîd dê winda bike azadî dê bi ser bikeve" li avahiya HDP'ê ya Artemêtan panel pêk anî. Panela ku Hîndekara Ziman Elif Gemîcîoglu pêşkêşî kir, Endama Heyeta Îmraliyê û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan Hevşaredara Artemêtan a ji kar hat dûrxistin Rojbin Sevil Çetin di panelê de axivîn.    JI BO AZADIYA JINAN DI BER XWE DIDE   Di panela ku gelek jin beşdar bûn de Hevşaredar Rojbîn Sevîl çetîn, li ser "Komkujiya Jinan" rawestiya. Çetin, diyar kir ku gelek faktorên kuştina jinan hene û wiha got: "Faktora herî mezin şerê niha li cîhanê didome ye. Her ku hêzên îktîdarê li ser jinan tundiyê zêde dikin ew jî ji bo azadiya xwe zêdetir di ber xwe didin. Îktîdara AKP’ê 15 salin jinan di malê de hepis dike. Tenê di serdema AKP'ê de 13 hezar jin rastî tundiyê hatin. Îktîdarê hemû jinên ku têkoşiyan û di ber xwe dan ji bo xwe talûke dît. Nêzîkatiya cenazeyê Dayika Taybet nêzîkatiya hemû jinan e. Erka nîkahê ku dide muftiyan koletiya jinan esad digire. Rê li pêş zewaca zarokên 12-13 salî vedike.    'EM REWŞA TENDURISTIYA OCALAN NIZANIN   Parlamentera HDP'ê Pervin Buldan, jî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha got: "Tecrîd bi awayekî herî girankirî li ser Ocalan didome. Heta niha li ser gelek kesan tecrîd pêk hatiye. Lê tecrîda li ser Birêz Ocalan ji hemû tecrîda girantir e. Niha li girtîgehên Tirkiye li ser gelek girtiyan tecrîd heye. Lê tecrîda tu kesî bi qasî ya li ser Ocalan tune ye. Birêz Ocalan pir berê ji mere gotibû. Me di 2011'an de bi Birêz Ocalan re dest bi hevdîtinê kir. Ew pêvajo bi Oslo dest pê kiribû. Di nava endamê heyeta Îmraliyê de tenê ze nehatim guhertin. Min 33 caran birêz Ocalan ziyaret kir. Ji ber ku ez wî pir ji nêzîk ve nas dikim pir kêfxweş im. Niha tu agahiya me der barê tenduristiya wî, şert û mercê wî de tune ye.    MIJARA SEREKE YA 33 HEVDÎTINAN JIN BÛ   Buldan, anî ziman ku îktîdar dixwaze HDP û hemû hêzên muxalif li dervê siyasetê bihêle û wiha berdewam kir. Xwest hemû kurdan koçber bike û bijavtinê pêk bîne. Lê gelê kurd bi berxwedana xwe ev polîtika pûç kir. Niha tecrîda tê girankirin divê rojeva her kesî be. Di hevdîtina 33 caran de mijarên sereke azadiya jinê bû. Dixwest mafê jinan di bin zagonan de bê parastin û komkujiya li ser jinan tê meşandin bi dawî bibe. Li Amedê jinek ji aliyê hevserê xwe ve hatibû qetilkirin. Serok li dijî vê yekê pir bi hêrs bûbû. Ji me jî hêrs bû. Got we çawa ev asteng nekir. Got dema hûn ji vir derketin derkevin pêş wî mêrî û hesap jê bipirsin. Birêz Ocalan pir qîmet dida azadiya jinê. Niha li ser Birêz Ocalan tecrîda giran heye. Serok pir baweriya xwe ji jinan dianî. Divê em beramberî vê baweriyê em azadiya wî pêk bînin. Divê em berpirsiyariya pêvajoyê bidin ser milê xwe. Ger ku em tênekoşin, dewlet destûr nade em bi wî re hevdîtin bikin."   Panel bi pirs û bersîvan bi dawî bû.