Ji ber rewşa heyî 3 salin Mîhrîcana Avaspî nayê lidarxistin 2018-04-27 09:17:18 ŞIRNEX – Mîhrîcana Xwezayê ya Avaspî ku ku her sal li Qilebanê dihat lidarxistin û bi hezaran mirov tev lê dibûn, ji ber Rewşa Awarte, pêvajoya pevçûnî û tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariyê 3 salin nayê lidarxistin. Malbatên ji bo geştê tên Avaspî, dixwazin mîhrîcana Avaspî dîsa bê lidarxistin.  Her sal li Zozana Avaspî ya 4 kîlometreya dûrî navenda Qilebanê ya Şirnexê ye Mîhrîcana Xwezayê ya Avaspî dihat lidarxistin û bi hezaran kes tev lê mîhrîcanê dibûn. Lê belê ji ber şert û mercên Rewşa Awarte, pêvajoya pevçûnî û tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariyê 3 salin mîhrîcan nayê lidarxistin. Herî dawî mîhrîcan di 17’ê Gulana 2015’an de bi dirûşmeya “Em xwedî li axa xwe, ava xwe û xwezaya xwe derkevin” hatibû lidarxistin. Malbatên ji bo geştê tên Avaspî dixwazin dîsa mîhrîcan bê lidarxistin.    ‘HERKES KÊFXWEŞ DIBÛ’    Mehmet Îsmaîl (71) ku tevî malbata xwe ji gundê Heletiyê ji bo li qeraxa avê pîknîkê bikin hat got: “Berê me ev qad tijî dikir. Ji sibehê heta êvarî tije dibû. Me govend digerandin. Me dawetên xwe dikirin. Ji sibehê heta êvarî dewam dikir. Rojekê du rojan dewam dikir. Herî kêm 400-500 wesayît dihatin vir. Wê rojê herkes kêfxweş dibû.”    Îsmaîl, bi lêv kir ku ji ber pevçûnan û Rewşa Awarte mîhrîcan nayê lidarxistin û êdî hindik welatî ji bo pîknîkê tên vira. Îsmaîl got: “Bila şert û merc dîsa baş bibin. Em dîsa dixwazin mîhrîcan bê lidarxistin.”    ‘MIROV JI BER REWŞA AWARTE NAYÊN’    Halîme Alturk a 70 salî jî, diyar kir ku ji derdorê gelek jin bi kincên xwe yên rengîn tev li mîhrîcanê dibûn û mirovan bi hev re govend digerandin. Alturk, anî ziman ku lê belê niha mirov tenê ji bo pîknîkê tên vira û got: “Ji extiyaran bigire heta ciwanan herkes dihat vira. Di dema mîhrîcanê de me heywanên xwe dianîn û me konê xwe vedidan. Mirov ji ber Rewşa Awarte nayên.”    Zeynep Alturk (54) jî, diyar kir ku wan bêriya mîhrîcanê kiriye û got ji ber qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin mîhrîcan nayê lidarxistin.