Li ser bertekan li şûna kurdî, tabeleya bi tirkî daleqandin 2017-10-11 16:47:12 AMED - Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê di 2'ê Cotmehê de Tabeleya Kurdi ya Parka Mehmet uzun rakir û li ser bertekan li şûna tabelaya kurdî tabelayek biçûk a bi tirkî daliqand.   Şaredariya DBP’ê di 11’ê Cotmeha 2013’an de li navçeya Yenîşehîra Amedê li ser navê Mehmet Uzun park vekir û navê Mehmet Uzun li ser nivîsandibû. Qeyûmê Şaredariya Yenîşehîra Amedê Serdar Kartal, di 2'ê Cotmehê hefteyek beriya 10'emîn salvegera wefata Nivîskarê Kurd Mehmed Uzun de, li parka Mehmet Uzun tabeleya ku navê Mehmet Uzun û helbesta “Hilbe Agir” li ser nivîsandî rakiribûn.  Piştî nûçe di Ajansa Mezopotamya de hat serwîs kirin, rastî bertekên gel, rewşenbir, nivîskar û xwînerên wî hat. Bûyer di meclisa Tirkiye de jî bû sedema nîqaşan. Tabelaya Parka Mehmet Uzun a bi kurdî hatibû nivîsandin, bi fermana Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylu hat rakirin. Piştî bertekan cardin hat bicih kirin. Lê vê carê, tabelayek biçûk a bi tirkî hatî nivîsandin bi parkê ve daliqandin. Bîrdarî hîna jî bi cih nekirine. Qeyûn, rakirina tabelayê bi destûrnedayîna Waliyê Amedê yê berê Huseyîn Avnî Mutlu ve girê da.