ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-27 09:00:27 *  Îhsan Elîaçik ku ji ber gotinên wî yên di dema qedexeyên derketina kolanan de 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn got: “Li pişt gotinên xwe me. Tiştên hatin kirin wehşet bûn û derî mirovahiyê bûn.”  *  Parêzer Tûgay Bek, têkildarî danişîna duyemîn a rojnamevan Erdogan Alayumat û neberdana wî de axivî û bal kişand ser wêneyên têkildarî qada MÎT’ê ku mijara sereke ya dozê ne. Bek got: “Di operasyona Efrînê de gelek wêne û dîmenên bi vî rengî hatin weşandin. Nexwe mesele ne wêne ne, mesele ew e ku nûçe ji perspektîfeke muxalif hatiye dayîn.”    * Namzetê Serokomariyê yê Serbixwe Tûna Beklevîç ku bi navê “Meşa Biratiyê” ji Enqereyê ber bi Amedê ve ket rê got: “Gel ji Tayyip, ji carcara wî û ji hemaseta wî berşoşkî bû. Dema sindoq bên, dê bêhis û pis wî di sindoqan de veşêre.”   * Dê Koroya Pirdengî ya DÎSK’ê di 1’ê Gulanê de dê bi sirûda “Soma’nin Bulutlari” (Ewrên Somayi) bibe dengê karkerên jiyana xwe ji dest dane.    * Bi mudaxilekirina Serokomar Recep Tayyip Erdogan, dê li Dîlokê li şûna Stdayûma Kamîl Ocakê ku şêniyên bajêr dixwazin ev der bibe qada hêşîn, mizgeft bê çêkirin.    * Mîhrîcana Xwezayê ya Avaspî ku ku her sal li Qilebanê dihat lidarxistin û bi hezaran mirov tev lê dibûn, ji ber Rewşa Awarte, pêvajoya pevçûnî û tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariyê 3 salin nayê lidarxistin. Malbatên ji bo geştê tên Avaspî, dixwazin mîhrîcana Avaspî dîsa bê lidarxistin.    * Ji ber ku di 21’ê Adarê de nameya hilbijartiyan xwendin, der barê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Dersimê de lêpirsîn hat destpêkirin.    * Partiyên siyasî yên Edeneyê, diyar kirin ku divê hêzên demokratîk li dijî îtîfaqa AKP-MHP’ê ya hilbijartinên zordest li hev kom bibin û bihev re têbikoşin. Partiyan, anîn ziman ku ew ê di vê hilbijartinê de qezenc bikin.   * Sendîkayê girêdayî KESK’ê yên Wanê diyar kirin ku hilbijartina 24’ê Hezîranê ji bo kedkaran hilbijartina ji hikumetê hesab pirsînê ye û li dijî tifaqa AKP û MHP’ê çi bikeve ser milê wan dê pêk bînin.   * Hevserokên HDP û DBP’ê yên Dîlokê, diyar kirin ku dê hin zûtir demokrasî bê welat û gotin: “Hilbijartin ji bo gel fersendek mezine ku AKP’ê têk bibin. Em ji hilbijartinê re amadene.”    * Der barê Komîteya Amadekar ya Newroza Dersimê de, ji ber di Newroza Dersimê de nameya girtiyan xwendiye, doz li wan hat vekirin.    * Danişîna doza 46 rojnamegerên ji "Doza KCK'ê ya Çapameniyê" tên darizandin dê li 3'yemîn Dadgeha Cezayên giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)     * Hevserokê Giştî yê HDP'e Sezaî Temellî û heyeta pêre dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li naveya Qoserê ya Mêrdînê bi gel re bê cem hev. (10.30)   * Malbatên girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê pêk bînin dê serî li Serdozgeriya Komarê ya Îmraliyê bidin. (11.00)   * Hevberdevkê Koma HDP'ê Ayhan Bilgen, dê têkildarî geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan û heyeta pêre dê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Navçeya Bazîdê ya Agiriyê bi gel re bê cem hev. (11.00-16.00)     * Têkildarî wekheviya jin û mêr ya li gorî normên navneteweyî û têkildarî Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a li Tirkiye dê li Otela Novoel panel bê li darxistin. (09.30-17.00)