Şandeya HDP’ê li Rihayê rastî eleqeyek mezin hat 2018-04-26 16:45:55   RIHA - Şandeya HDP'ê ku parlamentera Amedê Feleknas Uca û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di nav de, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi gelê Rihayê re hatin gel hev.  Di ziyaretên gel de Feleknas Uca axivî û bal kişand ser 24'ê Hezîranê û got: "Azadî nêz e."    Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ku navê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, endamê Dîwana KCD'ê Salîm Sadak, Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Nîmetullah Erdogmuş û Feleknas Uca heyîn bi boneya ji bo xebatên hilbijartina zordest bi gelê Rihayê re li hev kom bûn û cihên dîrokî geriyan. Şandeya HDP'ê rastî eleqeyek mezin a gel hatin. .