Faîlên Enes Ata û Mahsum Mizrak beraet kirin 2018-04-26 16:15:56   AMED - Faîlêin Enes Ata yê 8 salî û Mahsum Mizrak ê 14 salî ku di çalakiyên li Amedê de hatin kuştin beraet kirin.    Li Amedê di 28’ê Adara 2006’an de gel li dijî kuştina endamên HPG’ê rabû ser piya û xwepêşandanan li dar xistibû. Di van bûyeran de Enes Ata Yê 8 salî û Mahsum Mizrak ê 14 salî bi guleyên polîsan jiyana xwe ji dest dabûn. Der barê 3 polîsên têkildarî kuştina Ata û Mizrak de doz hat vekirin Û 12 sal e dewam dike. Di biryara danişîna dozê ya li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de,  ji bo polîsên hêzên taybet H.A., N.O. û B. O. yên cezayê  heta hetayê ji wan re dihat xwestin, biryara beraatê hat dayîn.