Ji bo Mamoste Ayşe daxwaza 'serbestiya bi kontrol' 2018-04-26 16:06:02   AMED -  Mamoste Ayşe Çelîk a got "Bila zarok neyên kuştin" salek û 3 meh cezayê lê hat birîn û ceza hat erêkirin, tevî zaroka xwe ya 6 mehî şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Piştî Mamoste Ayşe hat girtin, parêzerê wê bi daxwaza "Serbestberdana bi kontrol" daxwazname da hekîmiya înfazê.    Li Amedê du sal berê ji ber qedexeya derketina derve mamoste Ayşe Çelîk li bernameya Beyaz Show a di qenal D de dihat weşandin geriya û got “Bila zarok nemirin” bi îdiaya “Propaganda rêxistinê” lê doz hatibû vekirin. Dadgehê bi vê îdiayê salek û 3 meh ceza li Çelîk birî. Cezayê Çelîk hatibû êrêkirin. Piştî ceza hat erêkirin hefteyek berê hat girtin. Mamoste Ayşe û parêzerên xwe Mahsûnî Karaman di 20'ê nîsanê de li gel parlementerên HDP’ê yên Amedê Feleknas Uca û Ziya Pîr û Parlamentera CHP’ê ya Îzmîrê Zeynep Altiok çûn Edliyê û ji wir ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Parêzerê Çelîk Mahsunî Karaman, bi armanca serbest bê darizandin bi daxwaznameyekê serî li Hekîmtiya Înfazê ya Amedê da û xwest "Bi şertê kontrola edlî bê darizandin"  Parêzer Karaman xwest muwekila wî bi şertê kontrola edlî serbest bê berdan û bi serbest bê darizandin.