Hêzên Ked û Demokrasiyê: Em di 1’ê Gulanê de li Gundogduyê ne 2018-04-26 14:30:49   ÎZMÎR – Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê banga beşdariya 1’ê Gulanê kirin û got ku ew ê di 1’ê Gulanê de li Qada Gundogduyê bin.    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê bi boneya mitînga 1’ê Gulanê Cejna Karkeran li Sûka Kemeralti ya navçeya Konakê daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin û belavokên banga beşdariya mitîngê belav kirin. Pêkhate slogan berz kirin û li ser navê pêkhateyan Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Egeyê Memîş Sari daxuyanî da û got ku ew ê di 1’ê Gulanê de li Qada Gundogduyê Cejna Karkeran pîroz bikin.    Memîş da zanîn ku ew xwe ji bo mitînga 1’ê Gulanê amade dikin û her kesî vexwend qadan. Sari got ku ew ji Gulan û Hezîzaranê hez dikin û got: “Gulan rihê karkeran û hezîran jî rihê berxwedanê ye. Em li di 1’ê Gulanê li Qada Gundogduyê li benda her kesî ne.”    Piştî daxuyaniyê li Sûka Kemeraltiyê belavokan li welatî, esnaf û karkeran belav kirin.