HDP’a Şemzînanê starta hilbijartinê da 2018-04-26 13:45:57   COLEMÊRG – Rêxistina HDP’ê ya naçveya Şemzînanê bi daxuyaniya çapemeniyê starta hilbijartinê da.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê bi dxuyaniya çapemeniyê starta hilbijartinê da. Civîna çapemeniyê li avahiya HDP’ê pêk hat. Hevserokên HDP’a Şemzînanê, rêveberên partiyê û Dayikên Aştiyê beşdar bûn. Endamê Komîsyona Hilbijartinê Îbrahîm Opengîn axivî û got: “Em wek rêxistina HDP’a Şemzînanê bi rihê hilbijartina 7’ê Hezîranê starta hilbijartina 24’ê Hezîranê didin. Em ê xebata hilbijartinê li ser xîret û zimanê aştiyê birêve bibin. Yên dibêjin ‘HDP’ê di sindoqan de veşêrên’ dê gelê me di Hezîranê de bersiva wan bide.”    Bi lêdana çepikan daxuyanî qediya.